Serokomar Erdogan: "Hindik maye ku em terorê ji holê rabikin"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Hindik maye ku em terorê ji holê rabikin. Em têkoşîna dijî enflasyonê bi serkeftî dimeşînin. Ji bo kêfa hin kesan em nikarin bihêlin ku ev zirarê bibînin."
Erdogan piştî serdana xwe ya li Budapeşteya paxtextê Macaristanê ku beşdarî Civîna Nefermî ya Teşkîlata Dewletên Tirk bû, gava dagerê di balafirê da ji rojnamevanan ra axivî.
Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê serdana li Amerîkayê da wiha got, "Dibe ku ez herim Amerîkayê û bi birêz Trump ra em li wir rû bi rû biaxivin. Nêrîna birêz Trump ya ji bo Tirkiyeyê erênî ye û em jî bi heman awayî erênî dinihêrin. Li ser siyanet û dilsoziyê pêwendiyên me yên xurt hene."
Erdogan ji bo biryara Amerîkayê ya rakirina mueyîdeyên dijî Sûriyeyê diyar kir ji bo îstiqrara Sûriyeyê pir girîng e û got, "Ev nîşan dide ku diplomasiya me ya çêker encam dide."
Serokomar Erdogan ji bo Sûriyeyê destnîşan kir ku pêvajoya di rojên pêş da pir girîng e û wiha axivî, "Saziyên me, bi mixataban ra pêvajoya ji bo hemû komên çekdar tevlî artêşa Sûriyeyê bibin, dişopînin. Em meseleya der barê YPGyê da ji nêz va dişopînin. Divê rêveberiya Şamê di vê meseleyê da pir baldar be."
Erdogan der barê rewşa li Xeta Xezeyê da diyar kir meseleya Xezeyê tenê qeyraneke însanî nîne, di heman demê da ji bo pergala navneteweyî ezmûneke dilsoziyê ye û wiha peyivî, "Dezgehên Rojavayî mixabin di ezmûna Xezeyê da têk çûn. Dîrok wê kesên ji ezmûna Xezeyê derbas nebûn bidarizîne. Tirkiyeyê daîm li cem mirovahî û xîreta mirovahiyê cî girt û em ê daîm jî cî bigirin. Îsraîla ku nahêle alîkariya însanî derbasî Xezeyê bibe li asta kurewî her diçe tenê dimîne. Dereng be jî Ewropa jî dijî Îsraîlê hişyar dibe."
Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê çêkirina destûreke nû da wiha axivî, "Tirkiye êdî nikare bi destûra bingehîn ya derbekaran ber bi pêşerojê va bimeşe. Hewcedariya me ne bi ya derbekaran bi ya ku sivîlan amade kiriye, heye. Em demildest komîsyonên xwe amade bikin û destûreke sivîl çêbikin û pêşkêşî gelê xwe bikin. Bila Tirkiye destûreke xwemalî û neteweyî bibîne. Em destûreke nû ne ji bo xwe ji bo welatê xwe dixwazin. Derdekî min ê ez cardin bêm hilbijartin û bibim namzed tuneye. Li holê der barê çar bendên ewil da tu pirsgirêk tuneye. Tenê divê nexşerê bê destnîşankirin û demildest heyet bên sazkirin. Hemû mesele gelo CHP jî bi me ra derdikeve rêwîtiya çêkirina destûreke nû û sivîl? Ya girîng ev e, em dibêjin werim em li serê biaxivin."
Erdogan der barê hilbijartina berwext da wiha peyivî, "Hindik maye ku em terorê ji holê rabikin. Em têkoşîna dijî enflasyonê bi serkeftî dimeşînin. Ji bo kêfa hin kesan em nikarin bihêlin ku ev zirarê bibînin. Bernameya me ya aboriyê bi biryardarî didome. Enflasyon dikeve û ev pêvajo didome. (Ji CHPyê ra) Bi hesabên hilbijartina berwext zemanê ku badilhewa dikin, ji bo xizmeta gel xerc bikin dibe ku rê bidîtana ku bikevin dilê vî gelî."
Serokomar Erdogan der barê lêkolînên sismîk û sondajê da wiha got, "Em ji bo lêkolînên sismîk û sondajê keştiyên nû dikirin û bi van keştiyan ne tenê li Behra Reş em ê li her derê dinyayê lêgerîn û lêkolînan bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.