Serokomar Erdogan heyeta ku serokê ATOyê Baran jî di navê da bû pêşwazî kir
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pêşwazî li heyeta ku Serokê Odeya Bazirganiyê ya Enqereyê (ATO) Gursel Baran jî di navê da bû, kir.
Baran di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê NSosyalê da anî ziman ku serdana Serokomar Erdogan kirine û derbarê xebatên ATOyê da agahî dane Serokomar.
Baran destnîşan kir ku di civînê da pêşniyazên derbarê zêdekirina geştên rasterast ji Enqereyê bo dervayî welêt û xeta metroyê ya plankirî bo Balafirgeha Esenbogayê ji Serokomar Erdogan ra hatine pêşkêşkirin.
Baran wiha got, "Bi projeya Alîkarê Zîrek ê ATONET, em di Pêşbirka Odeyên Cîhanî ya Melbourne ya 2025an da di nav 83 projeyên ji 41 welatan da derketin pêş û me di kategoriya 'Projeya Nûjeniya Odeya Herî Baş' da cîhê yekem bi dest xist. Me serbilindiya ku ji ber vê destkeftinê hîs dikir bi Serokê xwe ra parve kir."
Baran destnîşan kir ku vîzyona "Sedsala Tirkî" ya di bin serokatiya Serokomar Erdogan da perspektîfeke xurt ji bo pêşeroja welêt pêşkêş dike û tekez kir ku di vê çarçoveyê da ew ê bi biryardarî hewlên xwe yên ji bo zêdekirina hilberîn, îstixdam û îxracatê, zêdekirina pêşbaziya endamên ATO û beşdarbûna di pêşveçûna domdar a Tirkiyeyê da bidomînin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ji odeyê, ji bilî Baran, Rêveberê Qelema Taybet a Serokomariyê Balyoz Hasan Dogan, Waliyê Enqereyê Vasip Şahin, Serokê Odeya Pîşesaziyê ya Enqereyê (ASO) Seyit Ardiç, Serokê Odeya Bazirganiyê ya Enqereyê (ATB) Faik Yavuz û Sekreterê Giştî yê Ajansa Geşepêdanê ya Enqereyê Duhan Kalkan jî di pêşwaziya Serokomar Erdogan da amade bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
