Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Heya Filistînî azad bibin û bibin xwedî dewleta xwe ya serbixwe em ê nesekinin"

Serokomar Erdogan got ku "Heya Filistînî azad bibin û li ser axa xwe ya dagirkirî bibin xwediyê dewleteke serbixwe ya ku paytexta wê Qudsa Rojhilat e, em ê nesekinin."

Mustafa Hatipoğlu  | 30.03.2024 - Rojanekırın : 30.03.2024
Serokomar Erdogan: "Heya Filistînî azad bibin û bibin xwedî dewleta xwe ya serbixwe em ê nesekinin"

Istanbul

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got ku "Li propagandayên dijminên Tirkiyeyê yên ku temamiya wan vir û derew in nenêrin û bila şik û guman nekeve dilê we. Guh nedin gotinên bêexlaq û bêbingehên kêmfirsend ku dixwazin hesasiyeta gelê me ya ji bo Xezeyê îstismar bikin. Dewleta Komara Tirkiyeyê bi hemû saziyên xwe va li ba gelê Filistînê ye."

Serokomar Erdogan di mitînga ku partiya wî li ber derê Şaredariya Sancaktepeyê li dar xist da axivî.

Erdogan diyar kir ku di nav rojên mibarek ên ku divê bêtir ji destê feqîran bigirin, hewcehiyên hewcedaran pêk bînin da ne û behs kir ku ji Filistînê heta Turkistan, Sûdan, Yêmen, Sûriye û Efxanistanê li gelek cihên dinyayê mirov zehmetiyên mezin dikşînin.

Erdogan got ku "Hikûmeta zalim a Îsrîalê ya ku hiqûqê nas nake, pîrozweriyan nas nake biqasî 6 meh e birayên me yên li Xezeyê bi hovane qetil dike. Em di van rojên mustesna yên ku diayên ji dil paş da nayên vegerandin da destê xwe vedikin û ji bo mezlûmûn Xezeyî dia dikin."

Erdogan destnîşan kir ku digel diayan bi alîkariyan va jî li ba gelê Xezeyê ne û wiha axivî:

"Me heta niha bi balafir û keştiya ji 40 tonî zêdetir melzemeyên alîkariyê şandin herêmê. Me duh heştemîn keştiya alîkariyê ya 125 hezar pakêtên xurekê yên 3 hezar ton barkirî, ji bo bigihêje Xezeyê şand Misrê. Piştî biryara agirbesta acil a Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî, em hewl didin zexta li ser Îsraîlê zêde bibe."

- "Şahidê herî nêz ê hewldanên Tirkiyeyê bi hemû kom û kesên xwe va gelê Filistînê ye"

Serokomar Erdogan got ku ji wir bangî hemû birayên xwe yên ku dilê wan ji bo mezlûmên Xezeyî lê dixe, dike û wiha axivî: "Li propagandayên dijminên Tirkiyeyê yên ku temamiya wan vir û derew in nenêrin û bila şik û guman nekeve dilê we. Guh nedin gotinên bêexlaq û bêbingehên kêmfirsend ku dixwazin hesasiyeta gelê me ya ji bo Xezeyê îstismar bikin. Dewleta Komara Tirkiyeyê bi hemû saziyên xwe va li ba gelê Filistînê ye. Çi ji destê me bê, heta hêza me têrê bike, bi qasî îmkanên xwe, em dikin, em ê bikin."

Erdogan got ku şahidê herî nêz ê hewldanên Tirkiyeyê bi hemû kom û kesên xwe va gelê Filistînê ye.

- "Em ê bi biryardarî parastina doza Filistînê bidomînin"

Erdogan da zanîn ku digel wî Wezîrê Karên Derva, Serokê MÎTê, AFAD, Heyva Sor, weqf, komele û xêrxwaz ji bo Filistîn û Xezeyê dixebitin û wiha axivî:

"Tirkiyeyê çawa ku ezmûna Sûriyeyê, ezmûna Somaliyê û ezmûna Qerebaxê bi serketî derbas kir, hewl dide ku ezmûna Xezeyê jî derbas bike. Heya Filistînî azad bibin û li ser axa xwe ya dagirkirî bibin xwediyê dewleteke serbixwe ya ku paytexta wê Qudsa Rojhilat e, em ê nesekinin. Kesên ku îftirayê diavêjin mêrxasên Filistînî yên ku welatê xwe diparêzin û dibêjin wan 'terorîst' û dibin piştek ji Îsraîlê ra, nikarin gotinekê jî ji me ra bibêjin. Em ê digel lobiyên wisa zen dikin ku dê bi zext û tehdeyê bi me paşda gev bidin avêtin bi biryardarî parastina doza Filistînê biparêzin."

Serokomar Erdogan got ku li aliyekî nûnerên polîtîkaya paqij, zelal û rast hene. Li aliyê din jî yên ku ji çavkaniyên tarî bi desteyên dolar û ewroyan bircên pereyan çêdikin hene û axaftina xwe wiha domand: "Em ê şaredarên ku gava bên ser wezîfeyê qewlên xwe ji bîr nekin, şaredarên ku qewlên xwe bi cî bînin, hilbijêrin."

Serokomar Erdogan got "Înşellah em yek ji nexweşxaneyên bajêr ya herî mezin ya Tirkiyeyê ku kapasîteya wê 4 hezar û 100 nivîn e, li Sancaktepeyê ava dikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.