Tirkiye

Serokomar Erdogan: Hewce dike ku balafirên F-35ê teslîmî Tirkiyeyê bikin û Tirkiyeyê cardin tevî bernameyê bikin

Tuğba Altun, Sümeyye Dilara Dinçer, Gökhan Çeliker  | 05.01.2026 - Rojanekırın : 05.01.2026
Serokomar Erdogan: Hewce dike ku balafirên F-35ê teslîmî Tirkiyeyê bikin û Tirkiyeyê cardin tevî bernameyê bikin

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bangewazî kir ku Tirkiyeyê cardin tevî bernameya F-35ê bikin û diyar kir ku avêtina vê gavê wê piştgiriyê bide ku têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê û ewlehiya NATOyê xurt bibe.

Serokomar Erdogan der barê rojevê da bersiva nivîskî da Bloombergê.

Erdogan diyar kir, bi hinceta ku Tirkiyeyê ji Rûsyayê techîzata eskerî kirî, Tirkiye ji bernameya F-35ê hat derxistin û ev yek wekî "neheqî" pênase kir.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wî bixwe di Îlona 2025an da li Qesra Spî ev mijar ji Serokê Amerîkayê Donald Trump ra got û wiha dewam kir, "Tirkiyeyê perê wan ji zûda daye. Girîng e û hewce dike ku balafirên F-35ê teslîmî Tirkiyeyê bikin û Tirkiyeyê cardin tevî bernameyê bikin."

Erdogan daxuyand, piştî ku Trump cardin bû Serokê Amerîkayê firsendek derket holê ku têkiliyên navbera her du welatan li gorî bingehên maqûltir û çêkertir va biçe.

Erdogan der barê Xezeyê da jî destnîşan kir, tê payîn ku li Xezeyê Hêza Îstiqrarê ya Navneteweyî were avakirin, lê di senaryoya bêyî Tirkiyeyê da ev Hêza Îstiqrarê "wê ji aliyê meşruiyetê va tengasiyê bikişîne" û wiha dewam kir:

"Bi aliyê Filistînê ra têkiliyên me yên dîrokî hene, berê bi Îsraîlê ra kanalên me yên ewlehî û dîplomasiyê hebûn, wekî endamekî NATOyê ji ber tesîra me ya herêmî welatê me ji bo wezîfeyeke wiha wekî welatekî kilît û hevseng e."

Serokomar Erdogan daxuyand, ji bo ku li Xezeyê aştiya mayînde çêbibe Tirkiye amade ye ku bikeve binê her cure berpirsiyariyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.