Serokomar Erdogan: Hesabê wan zarokên mesûm ên ku li Xezeyê ji birçîna bûne hestî û çerm dê teqez bê pirsîn
Serokomar Erdogan got ku "Hesabê wan zarokên mesûm ên ku li Xezeyê ji birçîna bûne hestî û çerm dê li ber hiqûq û dîrokê teqez ji kiryarên wan bê pirsîn."

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Hesabê wan zarokên mesûm ên ku li Xezeyê ji birçîna bûne hestî û çerm dê li ber hiqûq û dîrokê teqez ji kiryarên wan bê pirsîn."
Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Senegalê Ousmane Sonko ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir ku partiya mixalefeta sereke çi dibêje bila bibêje em ê bi biryardarî xurtkirina peywendiyên me yên biratî û dostaniyê yên bi gelên Afrîkayê ra bidomînin.
Erdogan bal kişand ku helwesta Senegalê ya dijî mezalima Îsraîlê teqdîr dikin û got ku "Piştevaniya ku Senegalê bo gelê Filistînê nîşan da ji bo gelek welatan mînak e."
Erdogan wiha axivî: "Heta li Xezeyê dawî li komkujiyê neyê, kesên ku zarokên mesûm mehkûmê mirin û birçîbûnê dikin hesabê nedin dê têkoşîna me dewam bike. Hesabê wan zarokên mesûm ên ku li Xezeyê ji birçîna bûne hestî û çerm dê li ber hiqûq û dîrokê teqez ji kiryarên wan bê pirsîn."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.