Tirkiye

Serokomar Erdogan: Hemû kesên ku peywira qamûyê cîbicî dikin, neçar in ku xwedî li emanetê gel derkevin

Ekip  | 27.05.2025 - Rojanekırın : 28.05.2025
Serokomar Erdogan: Hemû kesên ku peywira qamûyê cîbicî dikin, neçar in ku xwedî li emanetê gel derkevin

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Peywir, unwan û payeya mirov çi dibe bira be, emilandina malê qamûyê ya bi awayê bêusûl û destbelav û îstismarkirina beytulmalê ji bo me nayê qebûlkirin."

Serokomar Erdogan li Salona Konferansê ya Serokatiya Dadgeha Hesaban beşdarî bernameya salvegera 163yemîn a Dadgeha Hesaban bû û tê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ku Tirkiye dewleteke hiqûqê ye û her kesê ku çi hatibe tayînkirin, çi hatibe hilbijartin û çi jî wezîfeya qamûyê dike, mecbûr e ku li emanetê gel xwedî derbikeve û wiha dewam kir, "Peywir, unwan û payeya mirov çi dibe bira be, emilandina malê qamûyê ya bi awayê bêusûl û destbelav û îstismarkirina beytulmalê ji bo me nayê qebûlkirin."

Serokomar Erdogan diyar kir ku pêşaniya wan ew e ku di rêveberiyên navendî û herêmî da çavkanî ji bo armanca xwe bên bikaranîn û bal kişand ku ew ê di vî warî da ji tu kesî ra misemeheyê nîşan nedin.

Ji aliyekî din va jî di warê veguherîna dîjîtalî ya Dadgeha Hesaban da jî Serokomar Erdogan wiha got, "Serokatiya Dadgeha Hesaban hişê çêkirî jî di nav da ji bo veguherîna dîjîtalî ya kontrolan hewl dide. Cihê pîrozbahiyê ye ku bernameya wan gihîştiye asta ceribadinê."

Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand, "Em wan tehqîqatên ku di rojên dawîn da bi rê va diçin, gelekî êrênî dibînin. Ew pêngav wê Tirkiyeyê ji kevirên di zirava wê da rizgar bike. Wê welat û demokrasî bi serkeve."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.