İbrahim Atmaca
15 Mijdar 2020•Rojanekirin: 15 Mijdar 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat Komara Tirk a Qibrisa Bakur (KKTC).
Serokomar Erdogan li ser deweta Serokomarê KKTCyê Ersîn Tatar li giravê ziyareta fermî dike.
Erdogan bi balafira taybet va di saet 12.30î da hat Balafirgeha Ercanê û ji aliyê Serokomarê KKTCyê Ersîn Tatar va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Di merasima pêşwazîkirinê da Serokê Meclisa Komarê Teberruken Uluçay, wezîr, parlamenter, Balyozê Lefkoşayê yê Tirkiyeyê Alî Murat Başçerî, Fermandarê Hêza Aştiya Tirk a Qibrisê Tumgeneral Sezaî Ozturk, Fermandarê Hêzên Ewlehiyê Tumgeneral Zorlu Topaloglu, xazî û rayedarên din jî hazir bûn.
Gelek welatiyan bi alayên destê xwe va Serokomar Erdogan li Balafirgehê û derdora wê pêşwazî kir.
Erdogan wê di çarçoveya ziyareta xwe da beşdarî merasima salvegera 37em a avabûna KKTCyê bibe.
Serokomar Erdogan wê bi Serokomar Tatar ra hevdîtinê bike û ji bo xurtkirina têkiliya navbera her du welatan, wê li ser gavên ku wê werin avêtin, bisekinin û derbarê doza Qibrisê û rûdanên dawîn ên li Rojhilatê Behra Spî da wê fikra xwe ji hev ra bêjin.
Tê pêşbînîkirin ku Serokomar Erdogan wê di çarçoveya ziyareta xwe da beşdarî merasima vekirina Nexweşxaneya Rewşa Acil a Lefkoşayê jî bibe.
Di ziyareta Serokomar Erdogan da Emîne Erdogana jina wî, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweparêz (MHP) Devlet Bahçelî û heyetên bi wan ra wê hevaltiyê bikin.