Serokomar Erdogan: "Gelekî giring e ku jin di rêveberiyên xwecihî da çalak bin"
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Jiyaneke civakî ya îdeal û dadperwer tenê bi hebûna gotin û mafên jinan va mimkun e. Her wekî di jiyana civakê da, di jiyana bajar û rêveberiyên xwecihî da jî gelekî giring e ku jin çalak bin."
Serokomar Erdogan li oteleke Bahçelîevlerê beşdarî "Lûtkeya Navneteweyî ya di Rêveberiyên Xwecihî da Jin" a ku ji aliyê Serokatiya Baskê Jinan a Navenda Giştî ya AK Partiyê va hat lidarxistin bû û gotarek pêşkêş kir.
Serokomar Erdogan got, "Jiyaneke civakî ya îdeal û dadperwer tenê bi hebûna gotin û mafên jinan va mimkun e. Her wekî di jiyana civakê da, di jiyana bajar û rêveberiyên xwecihî da jî gelekî giring e ku jin çalak bin. Em hewleke mezin didin da ku xwîşkên me di jiyana civakî, kamû û bazirganiyê da, herî giring di polîtîkayê da bigihêjin cihê ku mafê wan e. Dema destê jinan bi rêveberiyên xwecihî dikeve, li wê derê, ne tenê estetîk û dilsozî, di heman demê da em dibînin sebir, vîzyon û biryardarî jî çêdibe."
Serokomar Erdogan bal kijand paqijiya jîngehê û got, "Divê em bi berfirehkirina hewildanên ji bo bermayiya sifir rê li ber qirêjiya jîngehê û îsrafê bigirin, ku bûne pirsgirêkên herî mezin ên bajarên me."
Erdogan wiha pê da çû:
"Gendelî, bertîl, îrtîkab, talankirina malên kamûyê, li tenişt van jî skandalên dervayî exlaq û hiqûqê, mixabin Tirkiye rûbirûyê texrîbatekê hişt. Em piştgiriyê didin kesên ku dixwazin xizmetê bikin, digel vê di nav sînorên qanûnî da, em rê nadin ku malê gel, were çopandin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
