Serokomar Erdogan: Gelek dersên girîng hene ku divê em ji destana Çanakkaleyê hildin
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Em di wê baweriyê da ne ku di avakirina Sedsala Tirkiyeyê da gelek dersên girîng hene ku divê em ji destana li Çanakkaleyê hatiye nivîsandin, hildin."
Erdogan li Abîdeya Şehîdan a Çanakkaleyê beşdarî merasima ku ji ber salvegera 109emîn a Roja Bibîranîna Şehîdên 18ê Adarê û Serfiraziya Behrê ya Çanakkaleyê hat lidarxistin bû.
Serokomar Erdogan got Xazî Mustafa Kemal di serî da ew qehremanên Çanakkaleyê bi rehmet û spasiyê bi bîr tînin.
Erdogan wiha axivî: "Em di wê baweriyê da ne ku di avakirina Sedsala Tirkiyeyê da gelek dersên girîng hene ku divê em ji destana li Çanakkaleyê hatiye nivîsandin, hildin. Ruhê Çanakkaleyê îspata wê yekê ye ku 7 hêzên cîhanê jî li dijî me bin em ê têk neçin. Ev ruh wê her tim rêya me ronî bike. Ez ji Xweda lava dikim ku ew welat û miletê me ji her cure alozî, karesat û gefên veşartî û eşkere biparêze."
Serokomar Erdogan di çarçoveya bernameya merasimê da çeleng danî Abîdeya Ataturk a ku rolyefên lehengên Şerên Çanakkaleyê lê hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.