Serokomar Erdogan: "Ez pir kêfxweş im ku hevdîtinên Hemas-Îsraîlê bi agirbestê encam da"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Ez pir kêfxweş im ku hevdîtinên di navbera Hemas-Îsraîlê da yên ku li Şarm El Şêxê dewam dikir û tevkariya Tirkiyeyê jî hebû, li Xezeyê bi agirbestê encam da."
Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê hevdîtinên di navbera Hemas û Îsraîlê da yên ku li Şarm El Şêxa bajarê Misrê dewam dikir û biryar hat dayîn ku li Xezeyê agirbest çêbibe da peyamek weşand.
Erdogan ji ber ku li Xezeyê agirbest çêbû kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Ez pir kêfxweş im ku hevdîtinên di navbera Hemas-Îsraîlê da yên ku li Şarm El Şêxê dewam dikir û tevkariya Tirkiyeyê jî hebû, li Xezeyê bi agirbestê encam da."
Serokomar Erdogan ji ber hewldanên wan spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump, Qeter û Misrê kir û wiha got: "Ez dixwazim spasiya Birêz Trump bikim ku îradeya siyasî ya hewce dikir nîşan da û hikûmeta Îsraîlê ji bo agirbestê teşwîq kir û spasiya Qeter û Misrê jî dikim."
Erdogan anî ziman ku Tirkiye wê pêvajoya agirbestê ji nêz va bişopîne û wiha dewam kir: "Em ê bi baldarî çavdêriya pêkanîna peymanê bikin û em ê tevkariya di vê pêvajoyê da bidomînin. Bi heman awayî, heta ku li Filistînê li ser bingeha sînorên 1967an Dewleta Filistînê ya serbixwe, desthilat û bi erdnîgariya yekgirtî ya ku paytexta wê Qudsa Rojhilat e bê avakirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi vê wesîleyê, ez silavên xwe yên herî germ ji xwîşk û birayên xwe yên Filistînî ra dişînim ku du sal in êşên nayîn terîfkirin kişandin, di bin şert û mercên nemirovane da ji bo jiyanê û rûmetê têkoşîn dan, ewlad, dayik, bav, xizm û hevalên wan hatin kuştin, lê tevî hemû trajediyên ku kişandin jî dev ji tevgera xwe ya bi rûmet bernedan. Xwedê alîkarê xwîşk û birayên me yên Filistînî be. Xwedê rehmetê li şehîdên me bike û mekanê wan bike bihuşt."