Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Ez bang li civaka navneteweyî dikim ku di eniya mirovahiyê da bibe yek"

Başak Akbulut Yazar  | 22.07.2025 - Rojanekırın : 23.07.2025
Serokomar Erdogan: "Ez bang li civaka navneteweyî dikim ku di eniya mirovahiyê da bibe yek"

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser rewşa Xeta Xezeyê û got, "Di van rojên tarî da ku kuştinên girseyî çêdibin ez bang dikim ku hemû civaka navneteweyî di eniya mirovahiyê da bibe yek."

Serokomar Erdogan beşdarî 17emîn Fuara Pîşesaziya Parastina Neteweyî (IDEF 2025) bû ku di qada xwe da mezintirîn fuara cîhanê ye û yek ji 3 fuarê herî bi bandor e tê lidarxistin.

Serokomar Erdogan bal kişand ser rewşa li Xezeyê û got, "Di van rojên tarî da ku kuştinên girseyî çêdibin ez bang dikim ku hemû civaka navneteweyî di eniya mirovahiyê da bibe yek. Werin em hemû bi hev ra li hemberî vê zilmê bertekê nîşan bidin. Werin em ji vê zilmê, ji vê hovîtiyê ra bibêjin 'Êdî bes e'. Derdê zarokên ku ji ber ku nahêlin kelûpelên alîkariyên mirovî bikevin Xezeyê, ji birçîna mane hestî û çerm, derdê me ye. Armanca me ew e ku demildest agirbest çêbe. Yeka din jî em dixwazin zûtir destûr bê dayîn ku alîkariya însanî derbasî Xezeyê bibe."

Erdogan tekezî kir ku Îsraîl di komkujiyê da berdewam e û got, "Em hê jî komkujiya ku Îsraîl dijî Xezeyê dike û ji Naziyan jî derbastir dike, di rojeva hemû mirovahiyê da zindî dihêlin. Her kî ji bo komkujiya li Xezeyê bêdeng bisekine, dibe şirîkê sûcên dijî mirovahiyê ku Îsraîl dike. Her roj bi dehan zarokên mesûm ji ber ku loqek nan yan jî qurtek av nabînin can didin. Kesên ku xîreta mirovahiyê bi wan ra hebe divê vê bêbextiyê qebûl nekin."

Serokomar Erdogan bal kişand ser pîşesaziya navneteweyî û got, "Em ji pêvajoyeke wisa derbas dibin ku hevsenga hêzan jinûva saz dibe, navendên giraniyên yên kurewî cî diguherînin û reqabeta navneteweyî her diçe zêde dibe. Rêjeya xwemalîbûna pîşesaziya me ya parastinê îro ji sedî 80yî derbas bûye."

Erdogan destnîşan kir ku di sala 2024an da îxracata Tirkiyeyê ya qada parastin û hewageriyê ji sedî 29 zêde bû û derket 7 milyar û 154 milyon dolarî û rekoreke nû bi dest xist û got, "Rêjeya îxracata me ya Hezîrana 2025an li gorî par ji sedî 10,4 zêde bû û derket 623 milyon dolarî."

Serokomar Erdogan li ser Tirkiyeyê wiha got, "Tirkiyeya ku duh rastî ambargo, tevgerên dualî û zextên dîplomatîk dihat bi berhemên xwe yên pîşesaziya parastinê gihîştiye rewşeke wisa ku mohra xwe li bazarên cîhanê histiye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.