Serokomar Erdogan: "Ew têkoşana ku em ji bo Tirkiya xwe didin, di eslê xwe de têkoşaneke neteweyî ye"
Serokomar Erdogan: "Ew têkoşana ku em ji bo Tirkiya xwe biparêzin, bipêşxînin û dewlemend bikin didin, di eslê xwe de têkoşaneke neteweyî ye, meseleya beqayê ye."
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Li Hola Konferansê ya Kulliyeya Serokomariyê beşdarî Merasima Xelatan a Rastbikaranîna Zimanê Tirkî li Ser Medyaya Dîtbarî û Bihîstbarî ya Sala Yûnus Emre bû.
Serokomar Erdogan got, "Ew zimanê ku li ser platformên medyaya civakî tê bikaranîn, ji bo Tirkiya me delaleta felaketê ye. Ew têkoşana ku em ji bo Tirkiya xwe biparêzin, bipêşxînin û dewlemend bikin didin, di eslê xwe de têkoşaneke neteweyî ye, meseleya beqayê ye."