Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Emê bi Rêya Geşeyê îmkanên xwe yên jeopolîtîk bizîvirînin avantajeke giştgir"

Koray Taşdemir, Kaan Bozdoğan  | 27.06.2025 - Rojanekırın : 27.06.2025
Serokomar Erdogan: "Emê bi Rêya Geşeyê îmkanên xwe yên jeopolîtîk bizîvirînin avantajeke giştgir"

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Girjiyên li herêma me, li Kendava Hurmuzê, nediyariyên li saheyên asîmanî derxist holê ka guzergahên veguhastinê yên ewledar çiqasî bi qîmet in."

Serokomar Erdogan li Navenda Kongreyê ya Lutfî Kirdar a li Stenbolê di "Foruma Korîdorên Veguhastina Kurewî" da axivî.

Erdogan di axaftina xwe ya di vekirina "Foruma Korîdorên Veguhastina Kurewî" da destnîşan kir ku dixwaze hinek amaran parve bike û got, "Mesafeya rêya dabeşkirî ya ku me weke 6 hezar û 101 kîlometroyan dewr sitand, gihîşt 29 hezar û 742 kîlometroyan."

Serokomar Erdogan bal kişand ser rêyên veguhastinê yên ewledar û got, "Girjiyên li herêma me, li Kendava Hurmuzê, nediyariyên li saheyên asîmanî derxist holê ka guzergahên veguhastinê yên ewledar çiqasî bi qîmet in."

Erdogan behsa Korîdora Navîn û Rêya Geşeyê kir û wiha pê da çû:

"Potansiyela qebareya bazirganiyê ya ji ser rêya Korîdora Navîn, li ser asta 75 milyar dolarî ye. Emê bi Rêya Geşeyê îmkanên xwe yên jeopolîtîk bizîvirînin avantajeke aboriyê ya giştgir ku herêma me tevda jê sûd wergire. Dema me ji bo Korîdora Navîn proje xistin rewacê, em çaverê ne ku bandora endeksa hilberîna 114 milyar dolarî û salane têkra ji bo 144 hezar kesî îstixdam bê kirin. Bi saye projeyê tê çaverêkirin ku barên bên Bendera Fawê ya Iraqê, ji ser welatê me ra, derbasî Ewropayê bibin. Bandora Rêya Geşeyê bi projeksiyona 10 salan li ser hilberînê ewê 50 milyar dolarî derbas bike."

Serokomar Erdogan herwiha got, "Em ti carî teslîmî siyaseta taqoz a mixalefetê nebûn. Bêyî qelibîna li astengan, me bi biryardarî projeyên xwe xistin rewacê. Hemd ji bo Xwedê me gelek berhem ji vî welatî ra çêkirin, hema bêje tev da ji bo şanazî ne."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.