Serokomar Erdogan: "Em ê têkoşîna xwe ya ji bo rastiyê di her warî da bidomînin"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em ê bi TRT, Ajansa Anadoluyê, Serokatiya Ragihandinê û hemû saziyên xwe yên din têkoşîna xwe ya ji bo rastiyê di her warî da bidomînin."
Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Neteweyî ya Beştepeyê di "Merasima Vekirina Kanala Ciwanan ya TRTyê da axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir yek ji qadên şerên çandan jî malbat e û wiha peyivî, "Îro saziya malbatê ji her demê zêdetir di bin êrîş û dorpêçeke mezin da ye. Gava em li trajediyên malbatî yên ku di van demên dawî da li welatê me qewimîne dinihêrin, sedema herî mezin alkol, xûmar, xûmara sanal, madeyên hişberê ne."
Erdogan destnîşan kir hişbir, alkol, xûmara sanal, xûmar û cixarekêşî gihîştiye asteke wisa ku ji bo rewşa welêt ya neteweyî qasî terorê zirardar e, heta ji wê jî zirartir e û wiha got, "Lîstikên dijîtal yên ku ji bo kêfê û derbaskirina demê têne lîstin, bi taybetî ciwanên me dixin dafik û belaya xûmar û xûmarên sanal."
Serokomar Erdogan diyar kir divê mijara tiryakê ji bilî spotên dewletê bi hişmendiyeke nû binirxînin û lêkolîn bikin û giraniya xwe bidin ser vê meseleyê.
Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da got, "Em ê bi TRT, Ajansa Anadoluyê, Serokatiya Ragihandinê û hemû saziyên xwe yên din têkoşîna xwe ya ji bo rastiyê di her warî da bidomînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
