Tirkiye

Serokomar Erdogan: Em ê mijara nîşandariya pêvek a 3600î heta dawiya sala bê çareser bikin

Elif Küçük, Sefa Mutlu  | 14.11.2021 - Rojanekırın : 15.11.2021
Serokomar Erdogan: Em ê mijara nîşandariya pêvek a 3600î heta dawiya sala bê çareser bikin

Istanbul

 Li Navenda Kongreyê ya Stenbolê Hevdîtina Tirkiyeya Mezin a Memur-Senê hat lidarxistin û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tê da axivî.

Serokomar Erdogan qala ked û xebatên ku di 19 salên dawîn da hatine kirin sekinî û wiha xeberda:

"Di 19 salên dawîn da di paşxaneya her serkeftinê da ked, xîret, sebir, stratejiyeke pir cidî û xwîdana eniyê heye. Me dîplomasiya xwe li hemberî rêlibergirtina olîgarşiyê ya burokratîk gihand asta neteweyîtiyê. Bi saya têkoşîna ku me û miletê xwe mil da hev û da, me enqaza heyama 28ê sibatê ji holê rakir û bi welatê me çax da derbaskirin. Bay Kemal mamoste, efser û polêsan tehdîd dike. Di kîjan sinifa karmendiyê da birayên me hebin, bi dorê hemûyan tehdîd dike. Nizane ku bi destûra Xwedê birayên min ên karmend, wezîfedarên qamuyê wê firsendê nedin van. Ji bo ku em welatê xwe derxin sewiyeya şaristaniyên muasir, em hewl didin, lê kesên hemberî me dixwazin pêşî li Tirkiyeyê bigirin da ku Tirkiyeyê paş bixin."

Serokomar Erdogan li ser çêkirina 1915 Pireya Çanakkaleyê sekinî û wiha got, "Pireya terikî ji serîkî heta seriyê din 4 hezar û 200 mêtre ye. Înşeallah em ê beriya 18ê Adarê vekin. Înşeallah 12 sal şûnda ev pire wê ji dewletê, ji millet ra bimîne. Lê ew ji vê yekê fêm nakin."

Erdogan ji bo aboriya Tirkiyeyê wiha got: "Me aboriya xwe li hemberî kesên bêyî ku bixebin dewlemend bibin pêşva bir."

Serokomar Erdogan qala pêşketina sanayiya parastinê jî kir û wiha dewam kir, "Cînarên xerab em kirin xwedî mal. Digel çeteyên kurewî ku dixwastin me bi xwe va girê bidin, me sanayiya xwe ya parastinê derxist asta giregiran. Vê gavê ÎHAyên me hene? Hene. SÎHAyên me hene? Hene. Em vê gavê derketin segmenteke jorîn. Êdî Akinciyên me jî hene."

Erdogan li ser derew û provokasyonê ku li dijî wan tên kirin sekinî û wiha axivî: "Kesên ku duh rêya diçû 27ê gulanê bi derew û provokasyonan va ava kirin, îro jî hewl didin heman tiştî bêperwa bikin. Kesên ku balyozxaneyên welatên biyanî ji xwe ra kirine deriyê gilî û gazinan, xêra wan ji partiya wan ra tuneye, îcar xêra wan wê çawa bigihê demokrasiya Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê ne cihê mafyayê heye ne jî cihê siyaseta mafyayê heye."

Serokomar Erdogan ji bo nîşandariya pêvek a 3600î jî wiha got: "Em ê mijara nîşandariyê ya pêvek a 3600î ya ku qismekî mezin a personelê me jî dihewîne heta dawiya sala bê çareser bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.