Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Em ê hilberîn, pêşxistin û çêkirina îcadên nû bidomînin"

Fırat Taşdemir  | 23.12.2025 - Rojanekırın : 23.12.2025
Serokomar Erdogan: "Em ê hilberîn, pêşxistin û çêkirina îcadên nû bidomînin"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em ê bêyî ku guh bidin wan kesên ku dixwazin me bi hincet û argumanên derîaqil yên wekî 'masî ditirsin' rawestînin, hilberîn, pêşxistin û çêkirina îcadên nû bidomînin."

Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Neteweyî ya Beştepeyê di "Merasima Xelatên Zanistê yên TUBA û TUBÎTAKê ya 2025an" da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got, "Divê em hem pêşketinên rojane yên zanistê bişopînin û fehm bikin û hem jî bi fikr û berhemên bi nasnameya me ya neteweyî ra li hev dikin, siberoja xwe ava bikin."

Erdogan diyar kir wê bêyî ku guh bidin wan kesên ku dixwazin bi hincet û argumanên derîaqil yên wekî 'masî ditirsin' xebatên wan rawestînin dê hilberîn, pêşxistin û çêkirina îcadên nû bidomînin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku dikevin nava baştirînên cîhanê û wiha got, "Em tevî kêmasiya mixalefetê ku bi gotina 'masî ditirsin' dijî ceribandinên moşekê yên li Sînopê derdikevin, bi ser dikevin.

Erdogan der barê avakirina herêmeke ewr ya hîperpîvanê da got, "Bi vê projeyê ku tê plankirin di salên 2028-2029an da bikeve rewacê, Tirkiye wê bibe navenda daneyan ya herêmê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın