Serokomar Erdogan: Em ê dijî her cure muptelabûnê têkoşîna xwe bidomînin
Serokomar Erdogan got ku "Em ê têkoşîna xwe ya dijî hemû muptelabûn, marazên ku zirarê didin tenduristiya mirovên me, aramiya civaka me ra bidomînin."

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em ê têkoşîna xwe ya dijî hemû muptelabûn, marazên ku zirarê didin tenduristiya mirovên me, aramiya civaka me ra bidomînin."
Serokomar Erdogan di Foruma Federasyona Heyva Kesk a Navneteweyî da axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir mimkûn nîne ku civakeke nesaxlem hêzdar bibe. Yek ji dijminên herî mezin ên laşekî saxlem jî muptelabûn e û wiha axivî
"Bingeha kaotîk a alema sanal têkoşîna dijî muptelabûnê dijwar dike. Tiştên ku berê dijwar bûn niha tenê di mesafeya tikandinekî ne. Di heyameke ku naverokên înternet û çapemeniya civakî ciwanên me, nirxên me, civaka me hedef digire da malbatên me jî divê gelekî baldar bin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku partî, îdeolojî, jêder û nasnameya hin mijaran nabe û got ku "Têkoşîna dijî muptelabûnê jî va ye mijareke wiha ye. Divê em hemû bi hev ra li ser vê pirsgirêkê rawestin û çareser bikin. Em ê têkoşîna xwe ya dijî hemû muptelabûn, marazên ku zirarê didin tenduristiya mirovên me, aramiya civaka me ra bidomînin."
Serokomar Erdogan got ku "(Mixalefet) Li aliyekî bihayê ava gotin ku 'Em ê bikin bêpere' 10 qat zêde kirine, li aliyê din behsa daxistina bihayê vexwarinên bialkol dikin. Ez vê hişmendiya ecêb a ku nûjeniyê ne di zanist, teknolojî, pêşketin û çandê da di lihevxistina qedehan da dibîne hewalê wijdana gelê me dikim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.