Tirkiye

Serokomar Erdogan: Em ê di meha Tîrmehê da mehaniya teqawidan cardin binirxînin

Gökçe Karaköse  | 28.03.2024 - Rojanekırın : 28.03.2024
Serokomar Erdogan: Em ê di meha Tîrmehê da mehaniya teqawidan cardin binirxînin

Istanbul

Serokomar Erdogan: "Em ê di meha Tîmehê da mehaniya teqawidan cardin binirxînin"

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em ê di meha Tîmehê da li gor enflasyona 6 mehên ewil ên salê mehaniya teqawidan cardin binirxînin."

Erdogan li Bursayê di mitînga partiya xwe da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da wiha got, "Kesên li ber xwîna Misilmanan ku li Xezeyê diherike kerr û kor in, bawer bikin ku sibê afateke bi vî rengî bê serê me wê dîsa wiha tevbigerin."

Erdogan di axaftina xwe da rexne li mixalefetê kir û wiha peyivî, "Hingî çavên wan tarî bûye dînamîtê dikin binê berjewendiyên dûr û dirêj yên gel û dewletê. Çavên xwe ji PKKyê ra dişikînin. CHP li hin bajaran digel hilbijêrên xwe jî bi DEMê ra îtifaqeke tarî dike ku nayê zanîn li ser çi bazar kirine. Partiya mixalefetê ya herî mezin ya welêt ketiyeke rewşeke aloz, nakok û qirêj ku ev bi rastî jî ciyê şermê ye. Bi çente û walîzan dolar û ewro. Xwe pê ra nagihînin ku van bijmêrin. Kes nikare dîmenên jimartinê îzah bike."

Serokomar Erdogan bang li gel kir û got hûn di hilbijartinê da tenê şaredarên xwe hilnabijêrin, hûn ê terza siyasetê ya di pêşeroja welêt da jî hilbijêrin.

Erdogan der barê mehaniya teqawidan da got ku em ê di meha Tîmehê da li gor enflasyona 6 mehên ewil ên salê mehaniya teqawidan cardin binirxînin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir çawa di nava 21 salan da Tirkiyeyê 3 qat mezin kirine, di heyama pêş da jî wê 2 qat mezin bikin û got ku înşellah em ê gotinên xwe bi piranî bi cî bînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın