Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Em ê cudahiyên xwe wekî dewlemendiyê bibînin û em ê ji bo siberojeke geştir bixebitin"

"Di dewletên ku me di dîrokê da ava kirin da çawa em bi hevra jiyan û me axa xwe bi pêş da xist, îro û siberojê jî em ê cudahiyên xwe wekî dewlemendiyê bibînin û em ê ji bo siberojeke geştir bixebitin"

Önder Beyter  | 24.12.2020 - Rojanekırın : 25.12.2020
Serokomar Erdogan: "Em ê cudahiyên xwe wekî dewlemendiyê bibînin û em ê ji bo siberojeke geştir bixebitin"

Ankara

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got, "Di dewletên ku me di dîrokê da ava kirin da çawa em bi hevra jiyan û me axa xwe bi pêş da xist, îro û siberojê jî em ê cudahiyên xwe wekî dewlemendiyê bibînin û em ê ji bo siberojeke geştir bixebitin."

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, Erdogan di peyama pîrozbahiyê ya ku bi minasebeta Cejna Noelê weşand da, hemû welatiyên Xirîstiyan pîroz kirin.

Erdogan di peyama xwe da diyar kir, axa ku ew li ser dijîn, bi hezaran sal e dergûşa aştî, aramî û jihevbaweriyê ye û her wiha ciyê şaristaniyeke qedîm e ku bêyî tu cudahiya dîn, mezheb, ziman û nijadê rêzgirtin û hezkirin bingeh e û wiha dewam kir:

"Wekî mensûbên vê şaristaniya qedîm û bêhempa em çandên cuda yên li herêma xwe wekî dewlemendiyeke bêhempa û perçeyên nedîtî yên hevîrê şaristaniya xwe dibînin. Di dewletên ku me di dîrokê da ava kirin da çawa em bi hevra jiyan û me axa xwe bi pêş da xist, îro û siberojê jî em ê cudahiyên xwe wekî dewlemendiyê bibînin û em ê ji bo siberojeke geştir bixebitin.

Ez hêvî dikim, Cejna Noelê ku welatiyên me yên Xirîstiyan ku her yek li gorî mezheb, kevneşopî û dêra xwe, pîroz dike dê bibe wesîleya geşbûna yekîtî û hevgirtinê li Tirkiyeyê. Ez bi van hest û ramanan welatiyên me yên Xirîstiyan di serî da Cejna Noelê ya hemû Xirîstiyanan pîroz dikim û her wisa ji wan ra aramî, bextewarî û xweşiyê dixwazim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.