Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Em ê bi hev ra Tirkiyeyeke ku li herêma xwe pêşeng û bihêz e ava bikin"

Zafer Fatih Beyaz  | 29.10.2025 - Rojanekırın : 29.10.2025
Serokomar Erdogan: "Em ê bi hev ra Tirkiyeyeke ku li herêma xwe pêşeng û bihêz e ava bikin"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Komara Tirkiyeyê di rojên herî bi êş ên dîroka xwe da bûye banê dawîn ê gelê me yê fedakar ku li serxwebûna xwe xwedî derketiye û xeleka dawîn a dewletên me ye."

Serokomar Erdogan di peyama xwe ya ji bo 29ê Cotmehê Cejna Komarê weşan da got ev roja girîng a ku yek ji lûtkeyên dîroka serkeftî ya Tirkiyeyê ye, li hemû 86 milyon welatiyên li welêt, gelê Tirk ê Qibrisê û welatiyên li dervayî welêt pîroz be.

Erdogan diyar kir ku îro milet bi serbilindî salvegera 102emîn a Komarê pîroz dike û wiha got:

"Ez hêvî dikim ku ev roja girîng a ku îdeala me ya serxwebûn û dahatûya me ya di serweriya bê şert û merc a milet da tê temsîlkirin, ji bo welatê me, miletê me û tevahiya mirovahiyê pîroz be. Ez îro careke din damezrînerê Komara me Xazî Mustafa Kemal Ataturk di serî da hemû endamên Meclîsa me ya Xazî yên ku bi rêberî û rêvebirina Têkoşîna Neteweyî va rêya Komarê vekirine bi spasdarî bi bîr tînim. Ji şerên yekem ên li Xelat û Milazgirê bigire heta Destana Çanakkaleyê, ji Şerê Xelasbûnê bigire heta berxwedana 15ê Tîrmehê, qehremanên ku bi sedsalan xwîn û jiyana xwe va ev ax kirine welatê me, ez bi rehmetê bi bîr tînim. Îro ez careke din dixwazim vê rastiyê ya ku ji hêla tevahiya cîhanê va tê zanîn dubare bikim ku em hem miletekî bihêz û hem jî dewleteke xwedî bi kok in. Tav û 16 stêrkên li dora wê yên li ser alaya Serokomariyê kevneşopiya dewleta me ya hezar salan temsîl dikin. Her yek ji van dewletan ên ku bi îdeala "ebet-mudet" hatine damezrandin, nîşaneke rûmet û şerefê ya nasnameya me ya neteweyî û hêz û dilovaniya miletê me yê hêja ye ku rê nîşanî cîhanê dide."

Serokomar Erdogan wiha dewam kir: "Di çarçoveya hedefa Sedsala Tirkiyeyê da, ji pîşesaziya parastinê bigire heya aboriyê, ji perwerdeyê bigire heya çandinî, turîzm, vejen û polîtîkaya derva, em pêşreviyên nepêşbînîkirî diavêjin."

Erdogan her wiha bal kişand ku birînên felaketên erdheja 6ê Sibata 2023yan hatin pêçan û ji afatzedeyan ra bilez xanî hatin çêkirin û wekî soz hat dayîn, heya dawiya salê mifteyên 453 hezar xaniyan dê bên radestkirin.

Serokomar Erdogan her wiha got ku di heman demê da ew bi gavên ewle ber bi menzila Tirkiyeya Bêteror diçin û wiha got, "Em ê prîmê nedin ticarên kaosê yên yekîtî û hevrabûna me ya milî dikin armanc û em ê hewesên kesên li pey armancên berbelavker in di çavên wan da bihêlin. Em ê bi hev ra Tirkiyeyeke ku li herêma xwe pêşeng e, li çar aliyê cîhanê rêz li ber tê girtin, mezin, bihêz û murefeh ava bikin."

Erdogan peyama xwe wiha bidawî kir: "Ez şehîdên me yên ezîz bi rehmet û xaziyên me jî bi sipasî bi bîr tînim. Ez Cejna Komarê ya hemû welatiyên me pîroz dikim. Salvegera 102yemîn a Komara me pîroz be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.