Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Em xwediyê vê erdnîgariyê ne û em ê heya qiyametê jî li vir bin"

Utku Şimşek  | 18.09.2025 - Rojanekırın : 18.09.2025
Serokomar Erdogan: "Em xwediyê vê erdnîgariyê ne û em ê heya qiyametê jî li vir bin"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe da got, "Em li ser vê erdnîgariyê mêvan û dagirker nînin. Em xwediyê vê erdnîgariyê ne. Hezar sal e li vir in û em ê heya qiyametê jî li vir bin."

Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê di Merasima Peşkavêtina Bicîkirina Xizmên Xazî û Şehîdan da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir ku eqrebayên şehîd û xaziyan bi tenê nahêlin û wiha peyivî, "Em gel û hikûmetek in ku eqrebayên şehîd û xaziyan bi tenê nahêle. Em bi hemû derfetên xwe hewl didin bibin layîqî wan ruhên pîroz ku girê şehîdan vala nahêlin. Em gotin, beyan û tevgerên ku zirarê didin xetireya ezîz ya şehîdên me û dilê xaziyên me dihêlin, bi tu awayî qebûl nakin. Me pêk va planên wan kesan têk birin ku kemîne avêtin ber hevqederiya me, rêhevaltiya me, biratiya me ya xwînê û ruhê yekîtî û desthevgirtina me. Qebrên şehîdên me li dijî rêxistinên îxanet û dagirkirinê ku taşerontiya mêtingeran dikin, çeperên vedayî ne. Ji wan çeperan derbas nebûn û wê derbas nebin."

Erdogan bal kişand ser êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê û wiha got, "23 meh e li ber çavên hemû mirovahiyê qetlîameke mezin çêdibe û dîsa berteka herî mezin ya dijî vê qetlîamê jî ji gelê Tirk û Komara Tirkiyeyê derdikeve."

Serokomar Erdogan destnîşan kir li ser vê xakê bi sedan salan hikûm kirine û wiha axivî, "Li ser xaka ku yên belapêjgarî me dibin du sê nifş berî me hatine, me bi sedan salan hikûm kir, nîzam da hemû cihanê û em bûn şûrê edaletê. Em li ser vê erdnîgariyê mêvan û dagirker nînin. Em xwediyê vê erdnîgariyê ne. Hezar sal e li vir in û em ê heya qiyametê jî li vir bin."

Erdogan diyar kir planên bêistiqrarkirina herêma wan înşelah dê bi ser nekevin û wiha got, "Xwînrêjên emperyalîst û siyonîst dê negihêjin armancên xwe yên veşartî. Bi destûra Xwedê şiyan, hêz, qewet û helbet besîret û feraseta me heye ku em her cure lîstikan têk bibin. Bêyî ku bên tehrîkkirin em ê meşa xwe ya pîroz bidomînin. Em ê bendê yekîtî û biratiya xwe ya ebedî qewîn bigirin û em ê lîstikan têk bibin. Em ê bi hev ra bigihêjin armanca Tirkiyeya Bêteror. Em ê emaneta xazî û şehîdên xwe qirêj nekin û vê pêvajoyê bi serkeftî pêk bînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın