Serokomar Erdogan: "Em projeya xanî ya sedsalê di Sedsala Tirkiyeyê da didin destpêkirin"
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku projeya xanî ya sedsalê di Sedsala Tirkiyeyê da pêk tînin û seferberiya xwe ya ji bo 500 hezar xaniyên civakî didin destpêkirin.
Erdogan li Başakşehir Kayabaşiyê di "Bernameya Projeya Xaniyan ya Sedsalê" da axivî û hûrgiliyên projeyê eşkere kir.
Serokomar Erdogan di destpêka axaftina xwe da got ku em ê dest bi pêkanîna yek ji mezintirîn projeyên dewleta civakî yên Tirkiyeyê bikin û em ê bi hev ra bibêjin 'Xwediyê Malê Tirkiye' ye û wiha dewam kir, "Însanên me yên ku dixwestin bibin xwedî xaniyekî hatin mexdûrkirin. Dema ku hewl didan bi TOKÎyê ra pêşbaziyê bikin, ji ber sextekariyê ketin dadgehê."
Erdogan destnîşan kir ku projeya xanî ya sedsalê di Sedsala Tirkiyeyê da pêk tînin û seferberiya xwe ya ji bo 500 hezar xaniyên civakî didin destpêkirin.
Serokomar Erdogan hûrgiliyên projeyê eşkere kir û wiha axivî, "Me ji 500 hezar xaniyan 100 hezar ji bo Stenbolê veqetandine. Em ê li herdu aliyan bi tevahî 100 hezar xaniyî ava bikin. Me ji bo malbatên ku sê yan jî zêdetir zarokên wan hene kontenjan ji sedî 10 veqetandiye. Em ê li Enqereyê 30 hezar, li Îzmirê 21 hezar, li Bursa, Gazîentab û Konyayê 13 hezar, li Hatay û Diyarbekirê jî 12 hezar xaniyên nû çêkin. Me ji bo malbatên hêja yên şehîdên xwe, xaziyên me yên qehreman û xwişk û birayên xwe yên astengdar kontenjaneke cuda ya ji sedî 5 veqetandiye. Em di projeya xwe ya xaniyan da ji sedî 20ê xaniyan ji bo ciwanên temenê wan di navbera 18 û 30 salî da ne, vediqetînin. Xaniyên ku em ê ava bikin wê ji xaniyên 2+1 û 1+1 pêk werin. Hemû xaniyên me wê li gorî mîmariya berwar û şeklê edetî werin sêwirandin. Me teqawidbûyên xwe ji bîr nekirine. Me di çarçoveya projeyê da ji bo welatiyên xwe yên teqawidbûyî kontenjaneke ji sedî 20î veqetandiye."
Erdogan diyar kir ku pêşî welatiyên xwe yên ku hîn xaniyek wan tuneye, difikirin û wiha axivî, "Kesên ku di tapoya da li ser navê hevjîn û zarokên wan xanî hebe, wê nikaribin serlêdan bikin. Ji bo welatiyên me yên li herêma erdhejê ku dixwazin serlêdana projeyê bikin, nusxeyeke ji belgeya qeyda nifûsê yan jî salek li derekê rûniştibin, bes e."
Serokomar Erdogan destnîşan kir sîstema kirêkirina xaniyan didin destpêkirin û wiha got, "Niha em bi rêya TOKÎyê pergaleke kirêkirinê ava dikin, bi modeleke ku tenê li Stenbolê tê sepandin. Xaniyên me wê bi nîvê bihayê bazara heyî ya li herêmê bên kirêkirin û peymanên kirê wê ji bo sê salan be."
Erdogan diyar kir ku bihayê firotanê wê ji milyonek û 800 hezar lireyî dest pê bike û wiha axivî, "Xanî wê bi wehdeya 240 mehî û bi garantiya dewletê werin firotin. Xaniyên me yên di projeya 500 hezar xaniyên civakî da dw bi wehdeya mehane yên ku ji 6 hezar û 750 lireyî dest pê dikin werin dayîn."
Serokomar Erdogan ragihand ku serlêdan wê di 15ê Mijdara 2025an da dest pê bikin û wiha peyivî, "Em ê ligel serlêdanan dest bi xebatên çêkirinê jî bikin. Em ê di Kanûna Pêşîn ya îsal da peşkê biavêjin. Bi îzna Xwedê em ê di Adara 2027an da teslîmatên pêşîn bikin."
