Serokomar Erdogan: "Em ligel mezlûmên Xezeyî cî digirin û kes wê nikaribe pêşiya me bigire"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe da got, "Mezlûmên Xezeyî di binê êrîşên wehşî yên Îsraîlê da têkoşîna man û nemanê didin. Em ligel van mezlûman in û kes wê nikaribe pêşiya me bigire."
Erdogan di Merasima Xîmdanînê ya Avahiya Wezareta Karên Derva da axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir Tirkiye ji dinyayeke ku hêzdar mafdar in, bawer nake; "ji dinyayeke ku mafdar hêzdar in, bawer dike û ji bo dinyayeke wisa jî têdikoşe û wiha axivî, Îro Tirkiye hem di nava xwe da û hem jî li herêma xwe rola xwe dilîze û gava rola xwe dilîze jî dewleteke xwediyê wê hêzê ye ku guh nade gotinên kesî. Zimanê dîplomasiyê nezaket e siyaseta Tirkiyeyê ya dereke li ser aştiyê ye. Lê ev nayê wê menê ku emê li hemberî bêhediyan bê deng bimînin an jî paşve gav bavêjin."
Erdogan destnîşan kir wê dijî kesên ku dixwazin herêma wan bikin gola xwînê û li erdnîgariya wan tevliheviyê derxin, îro jî sibê jî bisekinin û wiha got, "Mezlûmên Xezeyî di binê êrîşên wehşî yên Îsraîlê da têkoşîna man û nemanê didin. Em ligel van mezlûman in û kes wê nikaribe pêşiya me bigire. Dixwazî bila bi destê rêxistinekê yan jî bi destê dewletekê be, teror û qetlîam nezanî ye. Ev rewşa ku li herêma me diqewime helbet wê bi dawî bibe. Kesên bi zilm, kuştina zarokên mesûm û komkujiyê dixwazin pêşerojeke ewle ava bikin wê bi ser nekevin û di xwîna dirijînin da bixeniqin."
Serokomar Erdogan diyar kir ji Sûriyeyê heta Yêmenê, ji Libnanê heta Qeterê wê piştevaniya xwe ya tam ji bo hemû xwişk û birayên xwe bidomînin ku di hedefa heydûtiya Îsraîlê da ne û wiha dewam kir, "Em îznê nadin ku destên namahrem Qudsa Şerîf qirêj bikin. Ez dizanim, êşa dûvikê ya tîpên hewl didin bibin wek Hîtler dibe ku qet derbas nebe. Bila ew ji hêrsa biqehirin. Em ê wekî Misilman ji mafên xwe yên ser Qudsa Rojhilatê gavekê jî paşve navêjin û ji ya xwe neyên xwarê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.