Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Em ji wan welatên sereke ne ku ji bo vejena kesk veberhênanê dikin"

Ekip  | 06.10.2025 - Rojanekırın : 06.10.2025
Serokomar Erdogan: "Em ji wan welatên sereke ne ku ji bo vejena kesk veberhênanê dikin"

Ankara

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Em ji wan welatên sereke ne ku bo vejena kesk veberhênanê dikin. Ji îsal û pê va me para vejena nû dibe derxist ser ji sedî 60î."

Serokomar Erdogan li Navenda Kongreyê ya Stenbolê di 11emîn Forum û Fuara Berhemdariya Vejenê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ku ew pêşbînî dikin di 2028an da aboriya welêt derxin mezinahiya 1,9 trîlyon dolarî, dahata neteweyî ya serê merivê derxin asta 21 hezar dolarî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ku bi tenê di nava 8 mehên ewil ên îsal da wan ji bo îdxalata vejenê 26 milyar dolar da û wiha dewam kir:

"Ji bo kêmkirina vê fatureyê, em hewildaneke mezin didin. Em rojane dora milyonekî neftê dişewitînin. 160 hezar bermîlên neftê em ji çavkaniyên xwe derdixin. Em di keşfên xwe yên xaza Behra Reş û petrola li Gabarê da pêşreviyeke cidî bikin jî tabloya li pêş me nîşan dide ku hê rêya divê em bimeşin heye."

Serokomar Erdogan bal kişand ku gelek rîskên wê yekê hene ku mirov di warê dabînkirina vejenê da bi tenê bi welatekî yan çavkaniyekê û hetta bi tenê bi xetekê girêdayî be û wiha dewam kir:

"Di 2003yan da hejmara welatên me xaza siruştî dabîn dikir bi tenê 5 bû. Îro roj BOTAŞ bi 34 welatan ra îtxalat û îxracata xaza siruştî dike. Em vê gavê bi 4 sondajên ser kar û 2 keştiyên lêgerînê yên sîsmîk va li dinyayê pêncemîn in. Bi ketina envanterê ya keştiyên me va em ê derkevin rêza çaremîn."

Her wiha Serokomar Erdogan diyar kir ku di Santrala Hêza Nukleerî ya Akkuyuyê da, ceyrana ewil ew ê di nav kurtedemekê da bidin û wiha got, "Ji bilî Akkuyuyê projeyên me yên din ên santrala nukleerê jî hene, ji bo van hevdîtinên me dewam dikin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku dinya kesafeta xwe ya vejenê salane nîvendî ji sedî 1 pêş dixe lê Tirkiyeyê ji sedî 4,5 pêş xist û wiha dewam kir:

"Em ji wan welatên sereke ne ku bo vejena kesk veberhênanê dikin. Ji îsal û pê va me para vejena nû dibe derxist ser ji sedî 60î. Berhemdariya vejenê ji teserûfê jî wêdatir em wekî unsûrekî xurtkirina hêza me ya di pîşesaziyê da û têkoşîna me ya di qeyrana avûhewayê da dibînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.