Serokomar Erdogan: Em ji bo xurtkirina aramî û ewlehiya miletê xwe gavên pêwîst diavêjin
Ankara
Serokomar Erdogan: "Em ji bo xurtkirina aramî û ewlehiya miletê xwe gavên pêwîst diavêjin"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe da got, "Em dijî tevger û çalakiyên qada me ya asîmanî binpê dikin helwesteke biryardar nîşan didin û ji bo xurtkirina aramî û ewlehiya miletê xwe gavên pêwîst diavêjin."
Erdogan di peyameke vîdyoyî da Eyda Remezanê li welatiyan pîroz kir.
Serokomar Erdogan di peyama xwe da diyar kir dijî tevger û çalakiyên qada asîmanî ya welêt binpê dikin helwesteke biryardar nîşan didin û got ku em ji bo xurtkirina aramî û ewlehiya miletê xwe gavên pêwîst diavêjin.
Erdogan destnîşan kir Xezeyî di bin êrîşên Îsraîlê da ne ku agirbestê binpê dike û rê li ber alîkariyên mirovî digire, hewl didin ku eydê pîroz bikin.
Serokomar Erdogan di peyama xwe da bal kişand ser pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" û wiha axivî, "Ji bo aliyên qanûnî yên pêvajoyê ez bawer dikim ku di pêşrojê da wê nîqaş bi aqilê selîm di bin banê Meclisa me da werin kirin. Ji bo jiholêrakirina rêxistinê wê tavilê gavên pêwîst bên avêtin. Em dixwazin ku ev karê bixêr bêyî qeza û bela bigihêje armanca xwe."
Erdogan di berdewamiya peyama xwe da got, "Tirkiye bi îzna Xwedê di destên ewle û pêbawer da ye. Di bin serokatiya personelên xwedî ezmûn û jêhatî da bi awayekî domdar ber bi armancên xwe va diçe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
