Tirkiye

Serokomar Erdogan: Em ji ber her cure pêngavên ji bo naskirina dewleta Filistînê memnûn in

Serokomar Erdogan got ku "Em bertekên însanî yên ku ji Ewropayê tên gelekî biqîmet dibînin. Em ji ber her cure pêngavên ji bo naskirina Dewleta Filistînê memnûn dibin."

Ekip  | 01.08.2025 - Rojanekırın : 01.08.2025
Serokomar Erdogan: Em ji ber her cure pêngavên ji bo naskirina dewleta Filistînê memnûn in

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em bertekên însanî yên ku ji Ewropayê tên gelekî biqîmet dibînin. Em ji ber her cure pêngavên ji bo naskirina Dewleta Filistînê memnûn dibin."

Serokomar Erdogan bi Serokomarê Gabonê Brîce Clotaîre Olîguî Nguema ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist û di civînê da axivî.

Serokomar Erdogan der barê êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da got ku "Hember vê zilmê her kesên ku piçek jî be wijdan, merhamet, rûmeta wan a mirovahiyê heye dibehicin û kevirê sebrê li ber teqînê ye. Hember dîmenên wehşetê ên ku zarokên mesêm ji birçîna dimirin, sivîlên bo hildana xurekê dicivin bi zanebûn tên gulebarankirin tu kes nikare bêdeng bimîne."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bertekên însanî yên ji Ewropayê bilind dibin gelekî biqîmet dibînin û axaftina xwe wiha domand:

"Em ji ber her cure pêngavên ji bo naskirina Dewleta Filistînê memnûn dibin. Pêşaniya me ew e ku alîkariyên însanî bigihêje birayên me yên Xezeyî. Wek eniya mirovahiyê ji bo rawestandina vê zilmê çi hewce dike divê em bikin."

Serokomar Erdogan bal kişand ku dê di mijara pêşîlêgirtina bobelata însanî ya li Xezeyê di rojên pêş me da ji bo ku pêkûtiya li ser hikûmeta Îsraîlê hê bêtir zêde bibe dê bixebitin û got ku "Em ê bêtir bi birayên xwe yên Xezeyî bidin hîskirin ku ew tenê nînin. Em ê ji bo ku li herêmê agirbest pêk bê û aştiya mayinde bê tesîskirin dê hewl bidin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.