Serokomar Erdogan: "Em hewl didin di demeke kin da birînên ku ji ber karesata sedsalê li bajarên me çêbûn, bipêçin"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Li cîhanê û herêma me şert û merc çi dibin bila bibin, karê me yê ewil eşkere ye. Em hewl didin di demeke kin da birînên ku ji ber karesata sedsalê li bajarên me çêbûn, bipêçin."
Serokomar Erdogan bi Serokomarê Azerbeycanê Îlham Elîyev ra beşdarî Merasîma Peşkavêtin û Teslîmkirina 250 Hezaremîn Xanîyên Piştî Afatê Hatine Çêkirin bû û li wir axivî.
Erdogan behsa xebatên avadanînê yên ku piştî erdhejên Kahramanmaraşê yên di 6ê Sibatê da çêbûn, kir û wiha axivî: "Li cîhanê û herêma me şert û merc çi dibin bila bibin, karê me yê ewil eşkere ye. Em hewl didin ku di demeke kin da birînên ku ji ber karesata sedsalê li bajarên me çêbûn, bipêçin. Me herêma erdhejê veguherand qadeke qerase ya şantiyeyê. Bawer bikin ku tu welat nikare ev qas zûtir ji binê barê afateke ev qas mezin rabe."
Serokomar Erdogan anî ziman ku ew dixwazin heta dawiya salê hemû bajarên ku bandora erdhejê li ser wan çêbûne rakin ser piyan û wiha got: "Armanca me ew e ku di dawiya salê da em hemû bajarên xwe cardin rakin ser piyan û tu kêmasiyê nehêlin."
Erdogan mixalefet rexne kir ku ew di vê demê da bi şerê navxweyî ra mijûl in û wiha pê da çû: "Mixalefet bi şerê xwe yê navxweyî va mijûl e, lê em xaniyên ku me bi binesazî û sersaziya wan va temam kirine, teslîmî xwediyên wan ên rewa dikin. Her çiqas mixalefet fêm neke jî, pêvajoya ku em ji tê ra derbas dibin wekî Têkoşîna Neteweyî ye û bi destûra Xwedê, em vê têkoşînê bi rûmet didin."
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku avahiyên piştî erdhejê hatin çêkirin di demeke wiha kin da temam bûn û tên teslîmkirin.
Eliyev wiha axivî: "Di demeke kin da bi deh hezaran xanîyên nû hatin çêkirin. Ev dilsozî, hezkirin û îradeya xurt a Erdogan e ku ji bo gelê xwe nîşan dide. Ev nîşaneya Tirkiyeya bihêz e. Ancax dewleteke bihêz dikare di demeke wiha kin da xebatên avakirin û înşaetê yên ewqas mezin bike."
Eliyev bal kişand ser yekîtî û biratiya Tirkiye û Azerbeycanê û wiha pê da çû: "Li Azerbeycanê 10 milyon birayên we hene. Azerî jî dizanin ku ji 80 milyonî zêdetir birayên me yên Tirk hene. Bijî yekîtî û biratiya Tirkiye û Azerbeycanê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.