Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Em heq û hiqûqa Xezeyê bi hêzdarî diparêzin"

Alper Şaşmaz  | 26.08.2025 - Rojanekırın : 26.08.2025
Serokomar Erdogan: "Em heq û hiqûqa Xezeyê bi hêzdarî diparêzin"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser rewşa li Xeta Xezeyê û wiha got, "Bi dîplomasiya nameyan, axaftinên bi têlefonê, civînên navneteweyî û alîkariya ku ji 102 hezar tonî derbas bûye, em heq û hiqûqa Xezeyê bi hêzdarî diparêzin."

Erdogan li Qada Parka Neteweyî ya Milazgirê di Bernameya Pîrozkirina Salewexta 954an ya Serkeftina Milazirê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got, "Digel hemû, astengî, rêlibergirtin û sabotajan em dîsa jî ji bo Tirkiyeya mezin û hêzdar cehd dikin."

Erdogan bal kişand ser rewşa li Xeta Xezeyê û wiha got, "Bi dîplomasiya nameyan, axaftinên bi têlefonê, civînên navneteweyî û alîkariya ku ji 102 hezar tonî derbas bûye, em heq û hiqûqa Xezeyê bi hêzdarî diparêzin. Dewlet û hikûmeta me li her platformê doza Filistînê diparêze û dijî zilma Îsraîla bêbext xwîşk û birayên xwe yên Xezeyî tenê nahêle."

Serokomar Erdogan der barê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da wiha axivî, "Em di pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da gelek pêşva çûn ku ji bo dîwarên fitneyê yên di nava ferdên vî gelî da hatine danîn xera bikin, me daye destpêkirin. Çi bikin jî wê îcar nikaribin bi ser bikevin û wê tu kes nikaribe li ber vê rewşa hêvîdar bisekine ku bi alîkariya gelê me çêbûye."

Erdogan diyar kir Tirkiye ji bo xwîşk û birayên xwe yên li dervayî sînor jî gava tengasiya wan çêbe bendereke ewledar e û wiha peyivî, "Mîna hemû gelên xwîşk û bira yên li Sûriyeyê ji bo Kurdan jî Tirkiye temînata ewlehî, hizûr û aramiyê ye. Kesên ku berê xwe bidin Enqere û Şamê wê bi ser bikevin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li hemû herêma xwe aştiyeke mayînde dixwazin û wiha dewam kir, "Em dixwazin pirsgirêk bi rêya diyalog û diplomasiyê çareser bibin. Em ê dil bidin hev û bi hev ra, Sedsala Tirkiyeyê û Tirkiyeya hêzdar û mezin, pêşiyê bikin Tirkiyeya Bêteror û paşê jî herêma bêteror ava bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın