Serokomar Erdogan: "Em gihîştine asteke wisa ku xizmetên tenduristiyê yên kurewî didin"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe da got, "Ne tenê ji bo welatiyên welatên li herêma xwe, di serî da welatên Ewropayê, em gihîştine asteke wisa ku xizmetên tenduristiyê yên kurewî didin."
Erdogan di "Merasima 11emîn Xelatên Zanist, Xizmet û Teşwîqê yên Kongreya Tipê û Azîz Sancar ya TUSEBê" da axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir ku pêşkeftin, nûjenî, îcad û vedîtinên di zanista bijîşkî da, ji kîjan netewe, dewlet yan rêxistinê bin jî milkê hevpar û kêfxweşiya hevpar ya mirovahiyê ne.
Erdogan diyar kir çawa nabe ku jiyana mirovan bê îstismarkirin, rûmeta mirovan bê bazarkirin, tenduristî û nexweşiya mirovan jî nabe ku bê îstismarkirin û weke amûr û bazarê bê dîtin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di 23 salên dawîn da girîngiyeke mezin dane tenduristiyê û sîstemeke tenduristiyê ya berfireh, pêşketî û erzan ji bo gelê xwe ava kirine.
Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da got, "Ne tenê ji bo welatiyên welatên li herêma xwe, di serî da welatên Ewropayê, em gihîştine asteke wisa ku xizmetên tenduristiyê yên kurewî didin."
