Serokomar Erdogan: "Em encax dema bibin yek, dikarin van pêlîn êrîşan ên ku ciwanên me hedef digirin dehf bidin"
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em encax dema bibin yek, bi hev ra tevbigerin û têbikoşin dikarin van pêlîn êrîşan ên ku ciwanên me, nifşa me, pêşeroja me hedef digirin dehf bidin"
Serokomar Erdogan li Qesra Kongre û Pêşangehê ya Lutfi Kirdar di "Bernameya 40emîn Salvegera Weqfa Yekîtîyê" da axivî
Erdogan bal kişand ser wê yekê ciwan bi xetereyan ra rûbirû ne û got, "Ji ber lêferzkirinên emperyalîzma çandê ya di asta kurewî da em bi xetereya xirabûna ji takekesê heta malbatê, ji malbatê heta civakê ra rû bi rû ne. Ji LGBTyê heta muptelabûnê, ji tunebûna mehremiyetê heta êrîşên dijî saziya malbatê em bi meydan xwendinên ku 86 milyon welatiyan tehdîd dike ra rû bi rû ne."
- "Em encax dema bibin yek, dikarin van pêlîn êrîşan ên ku ciwanên me hedef digirin dehf bidin"
Serokomar Erdogan tekezî li giringiya parastina ciwan û pêkhateya malbatê kir û got, "Me ji bo ji holêrakirin belaya xumar û şertgirtina sanal a planeke çalakiyê ya berfireh xist dewrê. Em encax dema bibin yek, bi hev ra tevbigerin û têbikoşin dikarin van pêlîn êrîşan ên ku ciwanên me, nifşa me, pêşeroja me hedef digirin dehf bidin."
Erdogan her wiha got, "Hewcehiya me pê heye ku partiyên me yên siyasî dev ji rojevên beredayî berdin û dêhna xwe bidin pirsgirêkên ku zirarê didin welat û gel. Em tenê bi rihê piştevaniyeke topyekûn dikarin rê li ber bandorên neyinî yên çanda tekno dijîtal a bi taybetî li ser ciwanên me bigirin. Hewcehî heye werzişvan, hunermend, rîspiyên me yên ku ciwanên me ji xwe ra tevgerên wan mînak digirin xwedî li vê têkoşînê (xumar û şertgirtina sanal) derkevin."
Serokomar Erdogan anî ziman ku di bingeha gelek pirsgirêkên îro hene da, ev hişmendiya tewş a ku ji nirxên xwe û hesasiyetên gelê xwe hîlet dike heye û got, "Di heyamên ku fikrên jakoben, elîtîst, lixwegir serdest e çîmentoya ku civakê bi hev ra digire qels bû, binesaziya me ya neteweyî yek car qurfbar bû."
Erdogan rexne li mixalefeta sereke girt û got, "Bi tevahî di rojeva çend torên rantê da asê mane ku ji şaredariyan xeracê distînin û bê bertîl silavê jî venagerînin. Li holê ye ku alkol, hişbir, xumar malbatan belav dike û ev derdikevin ji ser kursiyên komê xumarê meşrê dikin, eraqê dihewesînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
