Tirkiye

Serokomar Erdogan: Em di qada parastinê da serweriya dîjîtal wekî parçeyeke jêneger a ewlehiya me ya neteweyî dibînin

Ekip  | 24.02.2026 - Rojanekırın : 24.02.2026
Serokomar Erdogan: Em di qada parastinê da serweriya dîjîtal wekî parçeyeke jêneger a ewlehiya me ya neteweyî dibînin

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kampusa Teknolojiyê ya HAVELSANê di Merasima Kirina Xizmetê ya Wesayîta Behrê ya Bêmirov a HAVELSANê, Xîmavêtina Tesîsan û Merasima Vekirinê da axivî.

Erdogan got: "Dema em ber bi hedefa Tirkiyeya di her warî da serbixwe dimeşiyan hin kesên qîma xwe pê nedianîn digotin 'ev dê serê me têxin belayê, ji vê rêyê vegerin'. Me guh neda yekî wan jî. Êdî Tirkiyeyek heye ku teknolojiya xwe bi xwe disêwirîne, nivîsbariya xwe bi xwe hildiberîne û tiştên hildiberîne jî îxracî hemû dinyayê dike. Heke nivîsbarên welatekî neteweyî nebin, li wî welatî pêşerojeke ewledar ne pêkan e. Serxwebûna tekûz bêyî serxwebûna teknolojîk nabe. Êdî Tirkiyeyeke ku bi teknolojiya xwe ya xwecî û neteweyî va pêvajoyên modela 3Tyê yanî tesbît, teşxîs û tearûzê tetbîq dike, heye û li dinyayê navdar dibe. Em wekî Tirkiye di qada parastinê da serweriya dîjîtal wekî parçeyeke jêneger a ewlehiya me ya neteweyî dibînin."

Serokomar Erdogan li ser HAVELSAN û Sancar SÎDAyê sekinî û wiha got: "Ev veberhênanên em ê merasima vekirina wan bikin, berdewamiya hemleyên stratejîk e ku dê kapasîte û tesîra pergalên me yên parastinê zêdetir bike. Bi Sancar SÎDAyê va em li behran şiyanên xwe yên bêmirov xurt dikin, ewlehiya xwe, çalakbûna xwe û kapasîteya xwe ya çavdêriyê zêdetir dikin."

Erdogan der barê tetbîqata NATOyê da jî wiha got: "Di tetbîqata NATOyê ya li Almanyayê hat kirin da, artêşa me bi Bayraktar TB3 û bi keştiya me TCG ANADOLU va adeta destan nivîsî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın