Serokomar Erdogan: "Em di bin banê Wezareta xwe ya Karên Navxweyî Navenda Kordînasyona Romanan ava dikin"
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em di bin banê Wezareta xwe ya Karên Navxweyî Navenda Kordînasyona Romanan ava dikin."
Serokomar Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê beşdarî bernameya "2023 Hevdîtina bi Romanan re-Em Romana Sedsalê Pêkve Dinivisînin" bû û gotarek pêşkêş kir.
Erdogan anî ziman ku ew di bin banê Wezareta xwe ya Karên Navxweyî Navenda Kordînasyona Romanan ava dikin û got,"Di bin banê 25 walîtiyên me yên ku gelek welatiyên me yên Roman li wan dijîn da, dê ji nava we kordînatorek bê peywirdar kirin."
Serokomar Erdogan: "Em lîseyeke hunerên bedew vedikin ku dê navê Mustafa Kandirali bide jiyan û bike ku ji nav we nirxên nû derkev in."
Serokomar Erdogan: "Hedefa me ji bo her take Romanekî xaniyek e. Em dixwazin ku we bi derfetên dayîneke guncav va we bigihînin xaniyên modern, ferah û aramdar."
