TBMM
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê û got, "Şer didome, asta gefê zêde dike. Beriya her tiştî em dixwazin welatê me ji vê rewşê bêyî zirar derbas bibe. Em biryardar in ku Tirkiyeyê ji vî agirî dûr bixin."
Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.
Serokomar Erdogan diyar bêyî ku bikevin nava rojevên sanal yên ku ji hêla muxalefetê va têne gurkirin, bi gavên zexim li gorî vîzyona xwe ya 'Sedsala Tirkiyeyê' pêşva diçin û wiha axivî, "Di demekê da ya derdora me bûye xeleka agir, em ji her cure nîqaşa siyasî ya ku dê me meşxûl bike dûr sekinîn. Bêdengiya me ne ji ber qebûlkirina bêedebiyan, ji ber edeba me ye."
Erdogan destnîşan kir serokê mixalefeta sereke jî di navê da maf û hedê kesî nîne ku bi vî rengî bêrêzî û heqaretê li serokomarê vî welatî û partiya desthilatdar bike û wiha got, "Gelê Tirk gelekî xwedan basîret û feraset e. Hûn nikarin vî miletî bixapînin û hoqebaziya siyasî wekî siyasetê nîşanî wan bidin. Di ferhenga têgehên siyasî ya Tirkiyeyê da li ber peyva derbekar û cuntayê CHP dinivîsîne. Derbekarî şexsiyet, rih û nasnameya CHPyê ye. Di vê serdema hesas ya em tê da ne, em destûrê nedin ku hêrs, nefret û her wiha şêwezarê şer û pevçûnê siyasetê jehrî bike."
Serokomar Erdogan bal kişand ser êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê û wiha axivî, "Şer didome, asta gefê zêde dike. Beriya her tiştî em dixwazin welatê me ji vê rewşê bêyî zirar derbas bibe. Em biryardar in ku Tirkiyeyê ji vî agirî dûr bixin. Di pileya yekem da berpirsê vî şerê nehiqûqî Îsraîl e ku ne bi tenê herêma me agirdadayî dike di heman demê da barê ekonomîk dixe ser milê hemû mirovahiyê. Divê neyê jibîrkirin, her dilop xwîna di şer da tê rijandin wê emrê siyasî yê Netanyahu dirêj bike. Hêviya me ew e bêyî ku bêtir xwîn bê rêtin, deriyê aştiyê vebe. Ji bo vê yekê heger bivê em ê tevî destê xwe gewdeya xwe jî têxin binê kevir."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
