Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Em ê tu wextî Xezeyê bi tenê nehêlin"

Buğrahan Ayhan  | 24.12.2025 - Rojanekırın : 24.12.2025
Serokomar Erdogan: "Em ê tu wextî Xezeyê bi tenê nehêlin"

Ankara

 Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Em ê di 3 mehên bimbarek da alîkariyên ji bo Filistînê zêdetir bikin. Em ê wekî Tirkiye xwe kerr nekin, jibîr nekin. Em ê tu wextî Xezeyê bi tenê nehêlin."

Erdogan li Navenda Kongreyê ya AK Partiyê di Civîna Serokên Bajaran a Berfirehkirî da axivî.

Serokomar Erdogan li ser ketina balafira ku heyeta eskerî ya Lîbyayê tê da bû wiha got, "Serê gelê Lîbyaya bira, Artêşa Lîbyayê, hikûmeta wê sax be, ez li ser navê welat û miletê xwe sersaxiyê didim Lîbyayê. Ji bo vê hedîseya ku em pir pê xemgîn bûn, tehqîqatê dest pê kir."

Erdogan bal kişand ser êrîşên ku Îsraîl dibe ser Xeta Xezeyê û wiha got, "Ji 11ê Cotmehê vir va her çend li Xezeyê agirbest hatibe tesîskirin jî li niştewarên ku Îsraîlê wêran û talan kirin hê tengasî dewam dikin."

Erdogan wiha dewam kir:

"Îsraîl li ser sozê xwe nasekine, bi behaneyên çêkirî va nahêle ku alîkariya însanî derbas bibe û timî zehmetî û astengiyê derdixe. Em ê di 3 mehên bimbarek da alîkariyên ji bo Filistînê zêdetir bikin. Em ê wekî Tirkiye xwe kerr nekin, jibîr nekin. Em ê tu wextî Xezeyê bi tenê nehêlin. Ji Kafkasan heya Balkanan, ji Afrîkayê heya Asyayê kê ketibe tengasiyê em revîne hewara wan. Ev duh jî wisa bû, îro jî wisa ye, wê sibê jî tu carî neguhere. Bila her kes bizane ku em wekî berê îro jî alîgirê sulh û sukûnê ne. Lê ev nayê wê meneyê ku em bi neheqiyê razî bin, li hemberî zilmê bê deng bimînin. Tu carî."

Serokomar Erdogan ji bo geşedanên ku mijara wan li ser Rojhilata Behra Reş e jî axivî û wiha got, "Çi li Rojhilata Behra Spî, çi li Egeyê û çi li dereke dinê be, em ne heqê kesî dixwin û ne jî heqê xwe didin xwarin. Bêhediya kesên ku xwîna 70 hezarî zêdetir birayên me yên Filistînî pekiyaye destê wan, di nezera me da wekî dengê reqîna tenekeyan e."

Erdogan bal kişand ser pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' û wiha axivî:

"Li derveyî sînorên me têkçûna rewşa reşbîn û têkçûna atmosfera bêhêvîtiyê dest pê kiriye, xwişk û birayên me yên Ereb, Kurd, Tirkmen, Sunnî, Şîe êdî ji bo dahatûyê hêvîdar in. Bawer dikim ku komîsyon wê qonaxa dawî jî bi serkeftî derbas bike. Em wekî Îtifaqa Cumhur ji roja ewil pê va çêker tev geriyan û me helwesteke wisa nîşan da ku hemû alî tê da hebin û ji bo çareseriyê hewl bidin. Tirkiye di dawiyê da ketiye rêya hizûr, ewlehî, pêşketin û refahê, înşellah wê heya dawiyê di vê rêyê da bimeşe. Em li peyê îqbaleke siyasî neketine. Li pêşiya Tirkiyeyê paceya firsendekê vebûye û em dixwazin wê paceyê heta dawiyê vekin û em hewl didin û xîret dikin ku welatê xwe ji belaya terorê heta hetayê xelas bikin."

Serokomar Erdogan diyar kir ku Îtifaqa Cumhur ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi gewdeyê xwe ketiye binê bar û wiha dewam kir, "Lê mixalefeta sereke ne pakîkî guh didê ne îradeyê nîşan dide ne jî raporê."

Erdogan ji Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî wiha got, "Birêz Ozel dikare welatê xwe li ber biyaniyan reş bike û xerab nîşan bide, lê li gorî me ev yek tu carî li partiya mixalefeta sereke ya Tirkiyeyê û li serokê wê yê giştî nayê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.