Serokomar Erdogan: "Em ê piştgiriya mehane ya ji bo KOBÎyan a serê karmendekê di 2026an da derxin 3 hezar û 500 lîreyan"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Em piştgiriya mehane ya ji bo KOBÎyan a serê karmendekê di 2026an da ji 2 hezar û 500 lîreyî derdixin 3 hezar û 500 lîreyî û şirketên mezin jî tevî bernameyê dikin."
Serokomar Erdogan di Civîna 29emîn a Lijneya Giştî ya Asayî ya TÎSKê da axivî.
Erdogan anî ziman ku Komîsyona Tesbîtê ya Berkeda Herî Kêm wê sibê civîna xwe ya ewil bike û wiha got: "Komîsyona Tesbîtê ya Berkeda Herî Kêm wê sibê civîna xwe ya ewil bike. TÎSK di komîsyonê da karsazan temsîl dike û ez li bendê me ku ew xwe bidin ber vî barî. Di têkiliyên navbera karker û karsazan da her maf di mîhwera edaletê da ye. Pergaleke ku kes tê da mexdûr nebe, pêşaniya me hemûyan e. Ji ber îhmalkarî, nebaldarî an jî ya herî xirabtir ji ber çavbirçîtiya qezencê, karkerekî me jî zirarê bibîne, karsazên me di serî da, yek ji me jî nikare gunehê vê yekê hilgire ser xwe."
Serokomar Erdogan daxuyand ku piştgiriya mehane ya serê karmendekî ya ji bo KOBÎyan wê di sala 2026an da bê zêdekirin û wiha axivî: Em piştgiriya mehane ya ji bo KOBÎyan a serê karmendê di 2026an da ji 2 hezar û 500 lîreyî derdixin 3 hezar û 500 lîreyî, şirketên mezin jî tevî bernameyê dikin."
Der barê kêmkirina rêjeya enflasyonê da jî Erdogan wiha got: "Di rêbertiya Bernameya Sê Salan da em ê miheqeq armanca xwe ya enflasyonê ya rêjeya jimara kit bi dest bixin."
Serokomar Erdogan behsa mijara Tirkiyeya Bêteror kir û wiha axivî: "Em dixwazin mijara terorê ya ku bi tena serê xwe 2 trîlyon dolar malîyeta wê ji aboriya me ra heye, heta hetayî li dû xwe bihêlin. Em ancax dikarin bi xwebaweriyê û wêrekiyê va bigihêjin menzîla Tirkiyeya Bêteror. Kesên ku li benda serneketina me ne, em dikarin bi vî awayî têk bibin. Em ê derfetê nedin wan kesên ku hêvî dikin pêvajo têk biçe û reşbîniyê didin gel û bi hev ra bigihîjin rojên xweştir. Komîsyonê hêviya miletê me ya pêvajoyê zêde kir. Ez bawer dikim ku komîsyon wê heman helwesta xwe ya xwebawer heta serî bibe."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Bankaya Navendî lîmîta xwe ya reeskontê ya rojane zêde kir û wiha axivî: "Bankaya Navendî lîmîta xwe ya reeskontê ya rojane 15 qat zêde kir û derxist 4,5 milyar lireyî. Di krediyên reeskontê da em di binê ji sedî 24,9 enflasyonê da maliyetê pêşkêşî îxracatvanên me dikin."
