Serokomar Erdogan: Em ê di nava du salan da li her bihûsteke welatê xwe 5Gyê bikin xizmetê
Ankara
ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "5G ya ku em ê di destpêkê da li 81 navendên bajarên xwe bidin destpêkirin, emê di nav du salan da li her bihûsteke welatê xwe bixin xizmetê."
Erdogan di merasima "Tirkiyeya Hêzdar ya Di Ragihandina 5Gyê da" axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got, "Heke ku hûn dixwazin bihêz, astengker û li cîhanê xwedî navûdeng bin, divê hûn xebatên xwe yên fezayê yên sîber leztir bikin û tevdîrên ewlehiya sîber bibînin."
Erdogan diyar kir bi taybetî li Libnan, Xeze û Îranê, şer û pevçûnên ku di van demên dawî da li derdora wan qewimîn, careke din girîngiya ewlehiya sîber nîşan didin û wiha peyivî, "Di vê serdema daneyan a ku em tê da ne, îstiqrara siyasî, serxwebûna aborî, astengkirina eskerî û serweriya dijîtal ji hev cuda nînin. Heger meriv weke sînorên xwe qada xwe ya asîmanî, welatê xwe yê sîber û daneyên xwe neparêze, wê demê di serweriya meriv da qelsiyeke mezin heye."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wê di heyama pêş da gav bi gav tevdîrên zêdetir yên ji bo xurtkirina ewlehiya daneyên aîdî saziyên dewletê bibînin û wiha got, "Saziyên me yên ewlehî û îstixbaratê û saziyên me yên peywendîdar planên xwe yên tevdîr û bersivdanê bi serkeftî pêk tînin û ji bo her senaryoyê amade ne. Em ewlehiya sîberê ne tenê wekî bertekeke li hemberî tehdîdan, her wiha wekî beşeke girîng a ewlehiya xwe ya neteweyî jî dinirxînin."
Erdogan diyar kir Tirkiyeyeke nû û bihêz ava dikin û wiha got, "Bi şikandina astengiyên ku li pêşiya me ne, em di her warî da bi hêzdarî pêşva diçin û gav bi gav Tirkiyeyeke nû û bihêz ava dikin. 5G ya ku em ê di destpêkê da li 81 navendên bajarên xwe bidin destpêkirin, emê di nav du salan da li her bihûsteke welatê xwe bixin xizmetê. Em dikevin serdemeke nû ku tê da sensorên biaqil, pergalên robotîk û xetên hilberînê bi daneyên rastdem têne birêvebirin û hilberandin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
