Serokomar Erdogan: "Em ê derfeta krediyê ya bi qasî 3 milyar lireyî pêşkêşî kooperatîfên xwe bikin"

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe da got, "Bi fona bi 100 milyon lireyî ku wê TESKOMB razîne, em ê derfeta krediyê ya bi qasî 3 milyar lireyî pêşkêşî kooperatîfên xwe bikin."
Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê di Merasima Nasandina Plana Xebatê û Stratejiya Kooperatîfkariyê ya Tirkiyeyê ya 2025-2029an da axivî.
Serokomar Erdogan der barê Plana Xebatê û Stratejiya Kooperatîfkariyê da wiha got, "Ez bawer dikim ku Plana Xebatê û Stratejiya Kooperatîfkariyê ya Tirkiyeyê wê vizyona kooperatîfkariyê ya welatê me gav bi gav pêşva bibe."
Erdogan bal kişand ser kevneşopiya Axîtiyê û wiha got, "Di van rojên ku firsendkarî weke şewbekê li dinyayê belav dibe da hewcedariya me hê zêdetir bi vê kevneşopiyê heye ku exlaqê ticaretê temsîl dike."
Serokomar Erdogan diyar kir ku Plana Xebatê û Stratejiya Kooperatîfkariyê li ser bingeha 5 polîtîkayan ji 2 armanc, 6 hedef û 23 fealiyetên nîşaneyên performansê pêk tê û got ku "Bi fona bi 100 milyon lireyî ku wê TESKOMB razîne, em ê derfeta krediyê ya bi qasî 3 milyar lireyî pêşkêşî kooperatîfên xwe bikin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li ser daxwaza ku ji kooperatîfan hatiye, sala bê wê alîkariya ku hatiye terxankirin hê zêde bikin.
Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser rewşa mixalefetê jî û wiha peyivî, "Di nava tevlihevî, kaos û qeyranê da ne. Dixwazin Tirkiye di nava heman gerînekê da li hev bigere. Serî li her rêyê xistin, lê bi ser neketin."