Serokomar Erdogan: Em ê bêguman wan destên qirêj yên ku dirêjî alaya me kirine bibînin û ji wan bêbextan hesab bipirsin
"Em ê bêguman wan destên qirêj yên ku dirêjî alaya me kirine, bibînin û em ê bêguman ji wan bêbextan hesab bipirsin"
Ankara
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan got, "Em ê bêguman wan destên qirêj yên ku dirêjî alaya me kirine, bibînin û em ê bêguman ji wan bêbextan hesab bipirsin."
Serokomar Erdogan di Komcivîna AK Partiyê ya TBMMyê da axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ku ew ê Tirkiyeyê ne tenê ji hêla aborî va ji hêla eskerî û dîplomatîk va jî bînin rewşeke pir cuda û wiha dewam kir:
"Heta ku Xwedê canê sax, tenduristî û sihetê bide, em ê bênavber hewl bidin ku xewnan veguherînin armancan û armancan jî pêk bînin. Aboriya Tirkiyeyê ku li gorî hedefên me mezin bibe herkes dê ji nirxa lêzêdebûyî ya îlawe sûdê bistîne. Bi îzna Xwedê em dikevin serdemekê ku em ê bibînin fedakariyên me wek milet kirin, berhewa neçûne."
- Geşedanên li Sûriyeyê
Serokomar Erdogan der heqê Geşedanên li Sûriyeyê da jî wiha got:
"Me gelek carî anî ziman ku em ê rizayê nîşanî sazûmaniyeke cudaxwaz nedin ku li sînorê başûrê Tirkiyeyê, ji ewlehiya welatê me ra bibe tehdîd. Tirkiye ji destpêkê va bi yekparçeyiya ax û siyasî piştgiriya hebûna dewleteke yekgirtî ya Sûriyeyê kiriye. Em ji peymana agirbestê ya duh gelekî memnûn in. Daxwaza me ew e ku ev mesele bêyî ku bêtir xwîn birije bi awayekî mayînde were çareserkirin. Êdî ew yek eşkere ye ku pêkanîna provokasyonan tê wateya xwekuştinê. Çavê me di axa tu welatekî da tuneye. Em tevlî karûbarên navxweyî yên tu welatekî nabin, lê em ê nehêlin ku berjewendiyên welatê me bikevin xetereyê."
- Axaftina bi Trump ra
Serokomar Erdogan biwarê axaftina xwe ya bi têlefonê ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra jî wiha got, "Ez bi Birêz Trump ra bi têlefonê axivîm. Tevî têkoşîna hevpar ya dijî DAEŞê me gelek mijarên ku wê alîkariya ewlehiya Sûriyeyê bikin, gotûbêj kirin."
- Êrîşa dijî alayê
Serokomar Erdogan der heqê êrîşa dijî alayê hat kirin jî wiha got, "Em ê bêguman wan destên qirêj yên ku dirêjî alaya me kirine, bibînin û em ê bêguman ji wan bêbextan hesab bipirsin. Wezaretên me tehqîqatên pêwîst dan destpêkirin. Di encama lêpirsînan da qusûr û îhmala kê hebe, der heqê wan da ya pêwîst dê bê kirin."
Serokomar Erdogan her wiha bal kişand ku rêxistina terorê cuda ye birayên wan ên Kurd cuda ne û wiha dewam kir:
"Çi li vir çi li wir tu kes nikare îradeya birayê min ê Kurd têxe bin îpotekê. Bi entegrasyona bi temamî li wir jî serdemeke nû dest pê dike. Îstiqrara Sûriyeyê wê herî zêde rehetiyê ji bo Kurdên Sûriyeyê bîne. Wexta ku Komara Tirkiyeyê li vir be û şikir çik li ser piya be hewce nake tu kes li hamiyekî din bigere û bikeve pey dost û hevkarên din. Heta ku AK Partî hebe û Îtifaqa Cumhur xurt be, bi îzna Xwedê, em ê tu carî nehêlin neheqî li birayên me yên Kurd bê kirin yan jî zirarê bibînin. Tirk, Kurd û Ereb mîna di dîrokê da dê bibin yek û dê pirsgirêkên herêma me pêkva çareser bikin. Sîwana me ya tak û hevbeş, biratiya Îslamê ye. Em ê prîmê nedin tu hewldaneke fitneya navxweyî û dereke û bêyî ku guh bidin tu navtêdanê em ê xweragiriya xwe timî bidomînin.
Em gorî geşedanên kurewî û herêmî rojên krîtîk derbas dikin. Em ji pireya Siratê derbas dibin ku xeletiyeke piçûk yan jî bêbaldariyek wê encamên giran derxe. Di van rojên hesas da ez bangî siyasetmedar, rojnameger û her wiha herkesî dikim ku bi berpirsiyar tevbigerin. Divê herkes ji ber îqlima nefretê ya di medyaya civakî da baldar be."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
