Tirkiye

Serokomar Erdogan: Eger bi rastî aştî tê xwestin, divê êrîşên Îsraîlê demildest werin rawestandin

08.10.2025 - Rojanekırın : 08.10.2025
Serokomar Erdogan: Eger bi rastî aştî tê xwestin, divê êrîşên Îsraîlê demildest werin rawestandin

Serokomar Erdogan: "Ji alîkariya mirovî bigire heta têkiliyên dîplomatîk, ji rawestandina bazirganiyê bigire heta naskirina Dewleta Filistînê, em di her warî da pir dixebitin."

Serokomar Erdogan:"Ji bo bidawîbûna komkujiya ku 67 hezar xwişk û birayên me yên Xezeyî tê da hatin şehîdkirin, nêzî 170 hezar mezlûm hatin birîndarkirin, wekî Tirkiye em bîla teredut dixebitin"

Serokomar Erdogan:"Rêxistina berxwedanê ya Filistînê Hemasê  pir bi erênî bersiv da plana aştiyê ya Birêz Trump û bi vî awayî îradeya xwe ya ji bo aştiyê bi awayekî zelal nîşan da"

Serokomar Erdogan: "Çi bibêjî kirin, lê dîsa jî nekarîn îradeya berxwedana gelê Xezeyê têk bibin. Nekarîn ewladên qehreman ên Xezeyê yên ku axa xwe diparêzin, çok bidin vedan."

Serokomar Erdogan: "Tevî ku Xeze kirine mezintirîn goristana zarokan a cîhanê, nekarîn gelê wê teslîm bigirin. Heya zulim hebe ewê teqez mezlûmên berxwedêr jî hebin."

Serokomar Erdogan: "Em dixwazin bi piştevanîkirina hewlên aşitiyê yê Cenabê Serokê DYAyê Trump, bi lez herêma xwe ji wê aloziya ku tê da asê maye rizgar bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın