Serokomar Erdogan: "Divê Xeze birînên xwe zû derman bike û dîsa li ser piyan bimîne"

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe da got "Em ji ber sicîla xerab ya Îsraîlê hişyarî û tevdîra xwe kêm nakin. Divê Xeze birînên xwe zû derman bike û dîsa li ser piyan bimîne."
Erdogan li Navenda Kongreyê ya Stenbolê beşdarî 5emîn Foruma Karsazî û Aboriyê ya Tirkiye û Afrîkayê bû û axivî.
Serokomar Erdogan der bar rezervên Bankeya Navendî da wiha got, "Rezervên me yên Bankeya Navendî 27 milyar dolar bûn, lê îro 189,7 milyar dolar e. Îxracata me ya ku 36 milyar dolar bû, îro derketiye 270 milyar dolarî."
Erdogan diyar kir Tirkiye yek ji wan welatan e ku li gorî dahata xwe ya neteweyî herî zêde alîkariyê dide cîhanê û got li ku derê bin jî em dilezînin ku birînên kesên hewcedar bipêçin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir şerê li Sûdanê didome dilê wan jî pir diêşîne û wiha axivî, "Em pêşî dixwazin li welêt agirbest çêbe û dû ra jî aştiyeke mayînde ava bibe. Em dibînin ku rêxistin û civaka navneteweyî bi têra xwe li ser trajediya li Sûdanê naaxivin. Erka me ya mirovî ye ku em xwîna li Sûdanê dirije bisekinînin."
Erdogan diyar kir pir dixebitin da ku peymana di navbera Hemas û Îsraîlê da mayînde be û rê li ber aştiyeke mayînde veke û wiha domand, "Em ji ber sicîla xerab ya Îsraîlê hişyarî û tevdîra xwe kêm nakin. Divê Xeze birînên xwe zû derman bike û dîsa li ser piyan bimîne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.