Serokomar Erdogan: "Divê em pêşiyê enflasyonê kontrol bikin"
Ankara
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Divê em pêşiyê enflasyonê kontrol bikin. Ew bername û biryardarî jî bi me ra heye."
Erdogan li Aksarayê di mitînga partiya xwe da axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir divê pêşiyê enflasyonê kontrol bikin û got ku ew bername û biryardarî jî bi me ra heye.
Erdogan rexne li saziyên navneteweyî kir û wiha axivî, "Em bi mînakên dilêş dibin şahid ku qaşo dewletên mezin û saziyên navneteweyî yên di bin bandora wan da ne xêra wan nagihêje tu kesî."
Serokomar Erdogan balê kişand ser girîngiya pêşketinê û wiha got, "Em ê hê zêde hilberînin, hê zêde îstixdamê çêkin û hê zêde îxracatê bikin. Em ê dewlet, artêş û aboriya xwe hê zexim bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.