Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Di serdema pêşiya me da emê pêşî bigihin Tirkiyeya Bêteror, pey ra jî herêma bê teror"

Gökçe Karaköse  | 31.05.2025 - Rojanekırın : 02.06.2025
Serokomar Erdogan: "Di serdema pêşiya me da emê pêşî bigihin Tirkiyeya Bêteror, pey ra jî herêma bê teror"

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Di serdema pêşiya me da emê pêşî bigihin Tirkiyeya Bêteror, pey ra jî herêma bê teror. Ez ji we jî hêviya piştevaniyê dikim ji bo vê têkoşana me ya pîroz."

Serokomar Erdogan li Navenda Kongreyê ya Stenbolê beşdarî 4emîn Lûtkeya Ciwanan a Tirkiyeyê bû û gotarek pêşkêş kir.

Erdogan bal kişand ser pêvajoya Tirkiyeya Bêteror û bang li ciwanan kir û wiha got, "Em ê berhema xwe ya herî mezin Tirkiyeya Bêteror bi we ra pêk bînin. Wê çaxê dê li ber welatê me rûpeleke nû vebe."

Serokomar Erdogan herwiha got, "Di serdema pêşiya me da emê pêşî bigihin Tirkiyeya Bêteror, pey ra jî herêma bê teror. Ez ji we jî hêviya piştevaniyê dikim ji bo vê têkoşana me ya pîroz."

Erdogan destnîşan kir ku wan tenê dijî qedexeyên wesayetê û hişmendiya despot têkoşîn nedaye, wan di heman demê da dijî hişmendiya pêşdaraz û helwesta teng ya îdeolojîk jî têkoşîn daye û got, "Hişmendiya CHPyê xwedî li paşeroja gelê me yê bi sedan salan derneket. Bi redkirina mîrateyê jî dîroka vî welatî bi 100 salî sînordar kir."

Serokomar Erdogan herwiha got, "Heyama siyaseta fitneyê ya ku cihêtiyên nijadî, meşrep û mezhebî û siyaseta nasnameyê derdixe pêş êdî bi dawî bûye. Kes nikare me perçe bike. Em biryardar in ku ciwanên xwe ji însafa rêxistinên sucê, rêxistinên terorê, şebekeyên berjewendîgeran ra nehêlin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.