Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Di pergala dinyayê ya ku nû saz dibe da wê serkêşek jî Tirkiye be"

Orhan Onur Gemici  | 22.01.2026 - Rojanekırın : 22.01.2026
Serokomar Erdogan: "Di pergala dinyayê ya ku nû saz dibe da wê serkêşek jî Tirkiye be"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Di pergala dinyayê ya ku nû saz dibe da înşellah serkêşek jî wê Tirkiye be."

Erdogan di "7emîn Lijneya Giştî ya Awarte ya Konfederasyona Karsazên Hilberîner ya Tirkiyeyê" da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir her çend hin kes hê jî qebûl nekin jî niha Tirkiyeyeke ku teknolojiya xwe hildiberîne, disêwirîne, pêşva dibe û îxracî cîhanê dike, heye û wiha peyivî, "Ji bo berhemên me yên parastinê yên balkêş yên endezyariyê ku li dijî wan derketin li çaraliyê cîhanê eleqeyeke mezin heye. Balafir, firoke, ÎHA û SÎHAyên me, platformên me yên behrê û hê gelekên din, gotin di cih da be, xwe bi siparîşan ra nagihînin."

Erdogan destnîşan kir li cem kesên ku hilberîn, kar û îxracat dikin, cî digirin û got, "Her kesê ku diafirîne û feydeyê dide aboriya Tirkiyeyê, piştgiriya hikûmeta me jê ra heye."

Serokomar Erdogan diyar kir ku wê îsal 45 milyar lire piştgiriya hîbeyê bidin îxracatkarên xwe û got ku "Me cudahî nekiriye û di warê aboriyê da piştgirî daye her kesî."

Erdogan destnîşan kir di pergala dinyayê ya ku nû saz dibe da wê serkêşek jî Tirkiye be û wiha axivî, "Mîna li Sûriyeyê em dikevin serdemeke cuda ku em ê sermayeya fedakariyên xwe, hewildanên xwe û sekinandina li aliyê rast yê dîrok û wijdanê bi dest bixin."

Serokomar Erdogan diyar kir ku wê baweriya xwe bi senaryoyên tarî yên ku sabotajkarên aboriyê wekî pêşbîniyan pêşkêş dikin, neynin û wiha peyivî, "Cîhan gav bi gav ber bi tiştê ku em dibêjin va diçe. Rastbûna rexneyên me yên li ser siyaseta cîhanî ku em bi salan e dikin, îro eşkere dibe. Rê û bextê Tirkiyeyê geş e. Deriyên nû li ber me vedibin, derfetên nû derkevin holê û îhtimalên ku ji hêviyên me wêdetir bin, derkevin holê. Wekî ku li benda Godot bin, bi salane ekonomîstên mandater li bendê ne ku li Tirkiyeyê krîz, kaos, tevlihevî çêbe û tengasiya aborî derê, tu carî guh nedin van."

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da got, "Em di rêyeke nû da ne ku wê destkeftî û destanên me dost yan dijmin ji hêla her kesî va werin jiberkirin û axaftin û wê Tirkiyeyeke mezin û bihêz derkeve holê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın