Serokomar Erdogan: "Di nav vê hefteyê da dibe ku ez bi Birêz Putîn û Trump ra hevdîtinan bikim"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Dibe ku di nav vê hefteyê da em dîsa bi Birêz Putîn û her weha bi Birêz Trump ra bicivin da ku bibînin ka em dikarin van serokan li Stenbolê bînin cem hev an na."
Piştî nimêja înê ya li Mizgefta Hz. Elî ya Uskudarê Serokomar Erdogan pirsên rojnamevanan ên der barê rojavê da bersivandin.
Li ser pirseke rojnamevanekî ya der barê şewatên daristanan ên li welêt çêdibin da Erdogan got niha li Karabuk, Safranbolu, Antalya Gazîpaşa, Uşak û Sêwasê şewat dewam dikirin û wiha bersiv da: "Xebatên vemirandina şewatan bi 27 balafirên çalak û 105 firokeyan va dewam dikin. 6 hezar wesayîtên bejayî û 25 hezar xebatkar vê têkoşînê didomînin."
Serokomar Erdogan li ser mizakereyên di navbera Rûsya-Ukraynayê da yên ku cara sêyemîn li Stenbolê hat kirin da jî wiha axivî: "Civîna dawî li Çiraganê çêbû. Wezîrê me yê Karên Derva li ser navê min li Çiraganê hevdîtin pêk anî û dema ku Wezîrê me yê Karên Derva li wir hevdîtin pêk dianî, heyetên Rûsya û Ukraynayê jî civiyan û hevdîtinên xwe kirin. Di vê navberê da heyeta Ukraynayê beriya ku here Çiraganê li Enqereyê bi me ra civiya. Min jî ew qebûl kirin û bi wan re hevdîtin kir. Helbet di vê navberê da ez bi Birêz Vladîmîr Putîn ra jî axivîm û me piştgiriya wî xwest. Di pêvajoya ku bê da, bi taybetî dibe ku di nav vê hefteyê da em dîsa bi Birêz Putîn û her weha bi Birêz Trump ra bicivin da ku bibînin ka em dikarin van serokan li Stenbolê bînin cem hev an na."
Erdogan behsa Fuara Pîşesaziya Parastinê ya Navneteweyî ya 17emîn (IDEF 2025) jî kir, anî ziman ku pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê her ku diçe pêş dikeve û wiha dewam kir: "Dema ku me dest bi kar kir, em xwedî potansiyeleke qasî 20 milyar dolarî bûn, lê niha em gihîştin potansiyeleke qasî 80 milyar dolarî."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.