Serokomar Erdogan: Di nav heyama li pêş me da em ê dîsa tenê gelê xwe hildin
Istanbul
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Di nav heyama li pêş me da em ê dîsa tenê pişta xwe bidin gelê xwe û ji gelê xwe alîkariyê hildin."
"Ji bona piştgiriyê bidin hewldanên dijî şewbê em ê hefteya were kongreyên xwe taloq bikin."
"Em biryardar in ku binesaziya xwe ya hiqûqê pêşva bibin, xîmên aboriya xwe zexim bikin, hilberîn û îstixdamê zêde bikin û li dinyayê ku wê şewbê şiklekî nû hilde ciyekî baş bigirin."
"Kesên dîtin ku nikarin rê li ber têkoşîna me ya demokrasî û pêşketinê bigirin 7 salên dawîn e hemû derfet û îmkanên xwe diemilînin."
"Digel zor û zehmetiyên li ber me hene ji rojhilat bigere heya rojava û ji bakur bigire heya başûr li her bihustê di têkoşîna xwe ya mezinkirin, pêşketin û zeximkirina welêt da me heyameke nû da destpêkirin."
"Em xwe li dereke din na, li Ewropayê dibînin û tesewir dikin ku pêşeroja xwe bi Ewropayê ra ava bikin."
"Em dixwazin bi dost û mutefîqên xwe ra di nav hevkariyeke hê zeximtir da bin."
"Em dixwazin têkiliyên xwe yên mutefîqiyê yên dûr û dirêj yên bi Amerîkayê ra di çareserkirina hemû meseleyên herêmî û kurewî da baş biemilînin."
"Bi xwîşk û birayên xwe yên Azerbeycanî ra me dawî li êşên 30 salî anî û em bi hev ra ji ber serkeftinê kêfxweş bûn."
"Em wisa difikirin tu pirsgirêka di navbera me, welat û saziyekê da ya ku bi siyaset, dîplomasî û gotûbêjê çareser nebe tuneye."
"Li gorî qinaeta me tu dewlet û saziyeke birûmet wê di destê lobî û rêxistinên terorê da ku neyartiya Tirkiyeyê ji xwe ra kirine armanc nebin pêlîstok û vê qebûl nekin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.