Tirkiye

Serokomar Erdogan di mijara Ukraynayê da beşdarî Lûtkeya Serokan a Koalîsyona Dildaran bû

Zafer Fatih Beyaz  | 26.11.2025 - Rojanekırın : 26.11.2025
Serokomar Erdogan di mijara Ukraynayê da beşdarî Lûtkeya Serokan a Koalîsyona Dildaran bû

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di mijara Ukraynayê da beşdarî civîna onlîne ya Lûtkeya Serokan a Koalîsyina dildaran bû.

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn duran der barê civîna onlîne ya ku Serokomar Erdogan beşdar bû da ji ser hsabê NSosyalê daxuyanî da.

Duran da zanîn ku di civînê da rewşa dawîn a Şerê Ukrayna-Rusyayê, pêngavên ji bo dawîlêanîna şer û hewldanên aştiyê hatin guftûgokirin û ev gotin:

"Serokomarê me di civînê da diyar kir ku Tirkiye ji bo ku aştiya adil û mayinde demildest bê pêkanîn dê hewldanên xwe yên ku peywendiyên rasterast ên aliyan hêsan dike, bidomîne. Got pêkan e ku mizakereyên rasterast ên di navbera aliyan da li Stenbolê bên kirin û Tirkiye ji bo vê bi aliyên Ukrayna û Rûsyayê ra di nav peywendiyê da ye.

Di civînê da wek Tirkiye nêrîna agirbesteke ku vejen û binesaziyên benderhegan dihewine ji hêla mizakereya peymana aştiyê ya berfireh a di navbera aliyan da dibe ku bibe verastkirineke ku şert û mercên guncav pêk tîne, hat îfadekirin. Di civîna ku nûnerên 35 welatan cî girt da beşdarvanan di mijara karên divê bo aştiyê bên kirin da nêrînên xwe bi hev ra parve kirin."

Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran, Serşêwirmendê Ewlehiyê û Polîtîkaya Derva ya Serokomarê Akîf çagatay Kiliç, Cîgirê Serokê Lijneya Polîtîkayên Derva û Ewlehiyê yê Serokomariyê Çagri Erhan û Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî di civînê da li ba Serokomar Erdogan amade bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.