Serokomar Erdogan: Di her sohbeta me da hêviyên me yên dahatûyê ya vî welatî her ku diçe zêdetir dibe

Ankara
Serokomar Erdogan: "Di her yek hevdîtineke me ya bi ciwanan ra da, di her sohbeta me da hêviyên me yên dahatûyê ya vî welatî her ku diçe zêdetir dibe."
"Lekeyên şermê yên dîroka kesên ji Ewropayê bigire heta Kanadayê her tim şîreta mafên mirovan, demokrasî û azadiyê didin me yek bi yek derdikeve holê."
"(Ji bo ciwanan) Ez ji we hêvîdar im, hûn ê jî bi destûra Xwedê paşeroja welatê me bi awayekî cuda hem înşa hem îhya bikin."
"Bi çi sedemê dibe bira bibe, em di dilê xwe da berpirsê her ciwanê me yê ku destê me nagihêjê û em nikarin destê wî bigirin."
"Me 19 sale derfet neda kesên dixwazin li ser xwîna ciwanan ji xwe ra sidûê bi dest dixin, em ê ji vir pê va jî destûrê nedin."
"Dilê me razî nîne ku ciwanekî me jî heba bibe û di nav diranên wehşî yên terorê da winda bibe."
"(Ji ciwanan ra) Ji kerema xwe nehêlin kesên ku xêra wan ne ji xwe û ne jî miletê xwe ra heye xeyalên we bidizin, wêrekiya we kêm bikin, enerjiya we xerc bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.