Serokomar Erdogan: Di hêza peywira şopandina cîbicîkirina peymana li Xezeyê da Tirkiye jî dê cih bigire

Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan ragihand ku di hêza peywira şopandina cîbicîkirina peymana li Xezeyê da Tirkiye jî dê cih bigire.
Serokomar Erdogan di Merasima Destpêkirina Sala Akademîk a Hîndekariya Bilind a 2025-2026an da axivî.
Serokomar Erdogan di axaftinê da bal kişand ku ew ê cîbicîkirina madeyên lihevkirî yên peymana agirbesta li Xezeyê xal bi xal bişopînin û wiha dewam kir:
"Em ê di hêza peywirê ya ku dê li sehayê tetbîqkirina peymanê bişopîne da wek Tirkiye înşeallah em jî dê cî bigirin. Armanca me ew e ku jenosîd raweste û zûtirkê aramî were herêmê."
Erdogan her wiha got ku gelekî girîng e ku alîkariyên însanî yên berfireh ên acîl bigihêjin Xezeyê, rehîne û mehkûm bên pevguhertin, Îsraîl demildest êrîşên xwe rawestîne û wiha dewam kir, "Ji bo ku Xeze cardin rabe ser piyan em ê tevî civaka navneteweyî piştgiriyê bidin fealiyetên îmarê. Birayên me yên Xezeyî li dinyayê ew milet e ku aştî, aramî û ewlehiyê herî zêde heq dike."
Ji aliyekî din va Serokomar Erdogan wiha got, "Zanîngeha Dostaniya Tirkiye-Sûriyeyê ku xebatên damezirîna wê berdewam in, înşelah dê di kurtedemekê da li Şamê deriyên xwe ji xwendekaran ra veke."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.