Tirkiye

Serokomar Erdogan di çalakiya ku ji ber 952yemîn salvegera Serkeftina Melezgirtê li Xelat hat lidarxistin da axivî

"Piraniya kesên ku dersê mafên mirovan û demokrasiyê didin dinyayê difikirin ka dê eybên xwe yên di rabirdûyê da çawa bincil bikin, hemd ji Xwedê ra em bi serkeftinên ecdad serbilind in û wekî madalyaya şerefê didin ser singê xwe."

Ferdi Türkten, Emre Ilıkan  | 26.08.2023 - Rojanekırın : 26.08.2023
Serokomar Erdogan di çalakiya ku ji ber 952yemîn salvegera Serkeftina Melezgirtê li Xelat hat lidarxistin da axivî

Bitlis

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dema u ji ber 952yemîn salvegera Serkeftina Melezgirtê qada çalakiyê ya li Xelatê ziyaret kir axivî.

Erdogan got ku bila 952yemîn salvegera Serketina Melezgirtê bibe wesîleya xêrê û wiha axivî:

"Piraniya kesên ku dersê mafên mirovan û demokrasiyê didin dinyayê difikirin ka dê eybên xwe yên di rabirdûyê da çawa bincil bikin, hemd ji Xwedê ra em bi serkeftinên ecdad serbilind in û wekî madalyaya şerefê didin ser singê xwe. Kesên dixwazin ku me fehm bikin û me nas bikin bila neçin dûr, kesên dixwazin ku dîroka Tirkan a navdar hîn bibin bila bên û Xelat û Melezgirtê ziyaret bikin."

Erdogan da zanîn ku ev der piştî Belh û Buxarayê cihê sêyemîn e ku xwediyê nasnava "Qubetu'l Îslam" e û ev gotin: "Xelat bi 8 hezar û 200 gorên ecdad va wekî belgeya sicîla hebûna me ya li van axan e. "

- "Em hewl didin ku bi awayê herî baş binirxînin"

Erdogan diyar kir ku hemû bi hev ra li gor mene û girîngiya wê meha tebaxê ku wekî meha serkeftinan ket dîroka Tirkan îdraq dikin û ev nirxandin kirin:

"Em îro li Xelat in. Sibê înşeallah dê li Melezgirtê bin. Em ê 30yê tebaxê li Enqereyê pîroz bikin. Paşê di 29ê cotmehê da wek 85 milyon kêfxweş bibin ku gihaştin sala 100emîn a Komara me. Em ê ji rabirdûyê dersan derxînin, îbretê hildin û ber bi dahatûyeke murefehtir û xurttir va bimeşin. Em hewl didin ku vê sala ku di dîroka me da xwedî girîngiyeke gelekî mezin e bi awayê herî baş binirxînin. "

Serokomar Erdogan piştî axaftinê bi kesên pê ra derbasî konê xan bû.

Li Qadê Yekîneya Mehteranê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan rapêşî kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın