Serokomar Erdogan: "Di 23 salan da, me dirêjahiya rêyên dabeşkirî jî gihand 30 hezar û 49 kîlometroyan"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Di 23 salan da, me hejmara parêzgehên ku bi rêyên dabeşkirî va girêdayî, gihand 77an û dirêjahiya rêyên dabeşkirî jî gihand 30 hezar û 49 kîlometroyan"
Serokomar Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê di "Merasima Ji Xizmetê ra Vekirina Sî û Yekemîn Kîlometroya Rêya Dabeşkirî ya Rêveberiya Giştî ya Rêbejan" da axivî.
Erdogan anî ziman ku wan di serdema hikûmeta xwe da di warê çêkirina rêyan da gelek pêşketin tomar kirine û got, "Di 23 salan da, me hejmara parêzgehên ku bi rêyên dabeşkirî va girêdayî, gihand 77an û dirêjahiya rêyên dabeşkirî jî gihand 30 hezar û 49 kîlometroyan."
Serokomar Erdogan got, "Me rêjeya qezayên ji ber kêmasiyên rêyan hema hema gihandiye sifirê. Qîmet, lêçûn û qezenca vê yekê bi pereyan nayê pîvan."
Erdogan rexne li mixalefetê girt û got, "Nikarin kevirekî daynin ser kevirekî; tu îcraeta wan ji bilî bircên pereyan, qutiyên baqlaweyê û çerxên bertîlê, tuneye ku jê ra bibêjin 'meseleya me'. Bi rêya şaredariyan pergaleke bêserûber ava kirine, ji her kesî xeracê distînin û hestiyên her kesê ku hewcedarê şaredariyê dibe, mêtine."
Serokomar Erdogan her wiha got, "Çavkaniyên ku diviyabû ji bo rê, pire, xaçerê, metro û otobusan bihata xerckirin, dizîn û li şûna wê li vir û wir kêf kirin. Heke we gendelî nekiriye, heke we bertîl nexwariye, ev çi tirsa we ye? Heke we qanûn binpê nekiriye, çima hûn ji teceliya edaletê ditirsin?"
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
